ROJANE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Iraqê 2 santralên Fellûceyê ji DAIŞ’ê standin
Artêşa Iraqê 3 kîlometreyan nêzî navenda bajarê Fellûceyê bû, santrala gaza xwezayî ya El Şûheda girt kontrolê. Mabeyna hêzên artêşê yên duh jî santrala elektrîkê bi dest xistibûn û çeteyên DAIŞ’ê de şer dewam dikin. -
Şopên Wahşeta DAÎŞ’ê: Li Felûceyê goreke komî hat dîtin
Hêzên Iraqê goreke komî ya ku 400 cenaze tê de bûn, li herêma El Seqlaviye ya nêzî bajarokê Felûceyê dîtin. -
Li Helebê 35 sivîlên din hatin qetilkirin
Ji ber şer û topbarana li ser taxên Helebê 35 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Demîrtaş: Eger nikaribe îspat bike wê Serokkomariya wê betal bibe
Demîrtaş, têkildarî nîqaşên li ser nebûna dîplomaya Erdogan got, "Eger dîplomaya xwe ya dibistana bilind nebe, wê demê nikare bibe serokkomar. Qanûn vê ferz dike. Eger nikaribe dîploma xwe îspat bike, hingî serokkomariya wî betal dibe." -
Li Îzmîr û Semsûrê 5 kes hatin girtin
Li Îzmîr û Semsûrê, ji welatiyên di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin. -
Komkujiya li Nisêbînê, li Berlînê hat şermezarkirin
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Elmanya Berlînê li hev civiyan, komkujiyên Erdogan û AKP li Nisêbînê û gelekmperiya Bakurê Kurdistanê kirine, şermezar kirin. -
Li Nantesê tûrnûvaya ji bo bîrananîna Şehîdên meha Gulanê
Li bajarê Nantes ê Fransayê, bi tevlîbûna 11 tîman, tûrnûvaya futbolê a ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê hat lidarxistin. -
Ji nûnerê Obama ji bo Ebû Leyla peyam
Nûnerê taybet ê li dijî DAIŞ’ê yê Serokê DYE’yê Barack Obama Brett McGûrk ji bo Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal ê ku di dema operasyona rizgarkirina Minbicê de şehîd ket peyamek weşand. -
Ji bo Celal Dogan ê HDP’î daxwaza îxrackirina ji Fenerbahçeyê
Komek endamên Fenerbahçeyê di Civîna Asayî ya Desteya Giştî ya Maliyeyê de daxwazname dan dîwana serokatiyê, xwestin Parlamenterê HDP’ê Celal Dogan ji endamtiya kulubê bê derxistin. -
Ezgî Sadet û Polen Unlu hatin bibîranîn
Li ser gorên şehîdên Pirsûsê Hatîce Ezgî Sadet û Polen Unlu merasîma bîranînê hate lidarxistin. Li Mala Cem a Umraniyeyê xwarin hate belavkirin. -
Li Edeneyê polîsan êrîşî ciwanan kirin
Li Edeneyê polîsan êrîş birin ser ciwanên ku operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê protesto dikirin. -
‘Li hember vê berxwedanê ti Qesrên ku parçe parçe nebin nîne’
Selahattîn Demîrtaş: Em ê jiyanek bi rûmet bijîn. Bedel çibe, em ê bidin. Li beramberî vê berxwedanê ti Qesrên ku parçe parçe nebe nîne. Garantiya pêşeroja vî welatî hûn in. -
Piştî mîtîngê bi dehan kes tên binçavkirin
Çawa mîtînga “Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk” bi dawî bû, bi dehan kes hatin binçavkirin. -
Berxwedana xwerêveberiyê li Swêdê hat silavkirin
Li bajarên Malmo û Helsîngborg ên Swêdê, komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê jî hat silavkirin. -
Li Dresdenê panela ji bo kampanya malbata bira
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, ji bo "Kampanya Malbata Bira" panelek hat lidarxistin. -
Dewlet Tirk li Ewropayê hat şermezarkirin
Kurd û dostên wan ên li gelek bajarên Ewropaye dijîn, polîtîkayên komkujiyê yên AKP li Kurdistanê dike û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê şermezarkirin. -
'Li dora sifreyên rûyê erdê, yekîtiya li dijî fîrewnan'
Berdevkê Misilmanên Antîkapîtalîst Mûharrem Şaşkin bang li her kesî kir, ku li dora Sifreyên Rûyê Erdê yên di meha Remezanê de werin danîn, li dijî fîrewnan bibin yek. -
‘Ji bo faşîzma AKP-DAIŞ’ê ti rê nemaye’
ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk ji bo terora dewletê ya li Kurdistanê protesto bike, piştgiriyê bide berxwedana Teroyan û 3. salvegera berxwedana Geziyê bi bîr bîne, li Kolnê meş li dar xist. -
Demîrtaş: We çawa li ber xwe da, em ê jî serî netewînin
Demîrtaş di mîtînga hevdîtina gel a li Edeneyê de axivî, got: “We çawa bi wêrektî li ber xwe da û serî netewand, em ê jî serî netewînin. Teslîmbûyin dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê.” -
Li Edeneyê berxwedan li hemû taxan belav bû
Li Edeneyê cara duyemîn polîsan êrîşî girseyê kirin. Li dijî êrîşên polîsan berxwedana gel li tevahî taxan belav bû. -
Yuksekdag: HDP, çeperek demokratîk e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag li Îzmîrê di mîtînga “Li dijî derbeyê hevdîtina siyaseta demokratîk” de axivî û got, “HDP’e, çeperek demokratîk e ku ji gelê me yê ji çar aliyan re sêwantiyê dike.” -
Bi berxwedanê gihiştin qada mîtîngê
Li Edeneyê çend kêlî beriya mîtînga HDP’ê, polîsan êrîşî gel kirin. Tevî hemû êrîşan jî gel kete qada mîtîngê. -
Aqûbeta Hûrşît Kulter eşkere bikin!
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û parêzer Eren Keskîn bang li dewleta Tirk kirin, ku derhal aqûbeta Hûrşît Kulter eşkere bike. -
Êrîşên çeteyên Qesrê li Norwêcê hatin şermezarkirin
Ciwanên Kurd ên li Osloyê (UngKurd), ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê li Kurdistanê dikin, li ber Parlamenta Norwêcê çalakiyek lidar xistin. -
Êrîşên çeteyên Qesrê yên li Nisêbînê li bajarê Hannoverê hatin şermezarkirin
Êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê li Nisêbînê dikin, li bajarê Elmanya Hannoverê hatin şermezarkirin.