ROJANE
Hemû Nûçe
-
Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar jiyana xwe ji dest da
Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar, ji ber kansera pişikê li nexweşxaneya Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Yazar wê li Rihayê were veşartin. -
KCDK-E kongreya xwe lidar xist
KCDK-E di navbera 9-10'ê Hezîranê de kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Şemse Gulu û Yuksel Koç weke hevserok hatin hilbijartin. -
Li Goteborgê çalakiya "dest nede vîna min"
Li bajarê Goteborg ê Swêdê, rêxistinên Kurdistanî û Swêdî roja Şemiyê bi şiyara "Erdogan bes li dijî Kurdan şer bike-Em bi HDP'ê re ne" çalakiyek pêk anîn û êrîşên li hemberî HDP'ê şermezar kirin. -
Li Dragûîgnanê ji bo gerîlayên HPG'ê Kaya serdanên sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG'ê Orhan Kaya (Kawa Kop) ê di 27'ê Gulana 2016'an de li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Fransa Dragûîgnanê serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. -
Li Bremenhavenê meş, li Hîldesheîmê konê agahdarkirinê
Polîtîkayên komkujiyê yên hikûmeta AKP li Kurdistanê dimeşîne û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, li bajarên Bremenhaven û Hîldesheîmê yên li Elmanyayê hatin şermezarkirin. -
'Em fitrên xwe bişînin herêmên berxwedanê'
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhalli got, divê fitrên îsal ji herêmên berxwedanê re werin şandin û destnîşan kir, dijderketina li zilma AKP'ê erka her Misilmanî ye. -
Serokê Şîî Sadr: Ji bo Remezanê em navberê didinê, piştre bi milyonan dakevin qadan
Serokê Şîî yê Iraqê Sadr, bang li aliyan kir ku di meha Remezanê de xwepêşandanan nekin û got: “Piştî Remezanê bi beşdariya milyonan ji bo xwepêşandanan amade bin.” -
Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
3 kesên ku piştî çalakiya li Veznecîler a Stenbolê ku duh TAK’ê li xwe girt, hatibûn binçavkirin û ji bo girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, hatin girtin û şandin girtîgehê. -
Li Girtîgeha Şakranê 15 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
13 girtiyên li Girtîgeha Şakranê ku piştî hatin derbkirin dest bi gireva birçîbûnê kiribûn di roja 14’emîn de çalakiya xwe dewam dikin. 15 girtiyên din jî beşdarî çalakiyê bûn. -
Li Danîmarkayê panel û xwarina fitarê
Li Danîmarkayê Komeleya Kurd a Albertslûnd û Civaka Îslam a Kurdistanê bi wesîlaya meha Remezanê hevpar xwarina fitarê dan û bi mijara “Li gel pirsgirêka Kurd perspektîfên Îslamî” panelek hate lidarxistin. -
Di Kongreya Mezin a TTB’ê de li dijî qetlîaman banga yekîtiyê
67. Kongreya Mezin a TTB’ê di roja duyemîn de didome. Li dijî êrîşên qirker ên li Kurdistanê nerazîbûn derketin pêş, ji bo têkoşînek yekbûyî ya aştiyê bang hate kirin. -
Ebû Leyla li Sydneyê hate bibîranîn
Faysal Ebû Leyla, li Sydneyê bi aktivîteyekê hate bibîranîn. -
Bi beşdarbûna hezaran kesan Festîvala Dersîm a Ewropayê destpê kir
Li Frankfûrtê Festîvala Çandê ya Dersîmê destpê kir. Di festîvalê de bertek li hember qetlîamên AKP’ê hatin nîşandan. Wê di festîvalê de Yuksekdag jî baxive. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hûrşît Kulter pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiyên xwe yên îro de li aqûbeta rêveberê DBP'ê yê Şirnexê hûrşît Kulter pirsîn. Dayikan ji rayedaran gotin, "Bersiveke rast bidin pirsa me." -
Li Şamê êrîşên bombeyî: 9 mirî, 13 birîndar
Li bajarokê Seyyîde Zeynep ê paytexta Sûriye Şamê, ku piraniya şêniyên wê Şîa ne du êrîşên xwekujî hat kirin. Di encama van êrîşan de yek jê bi wesayîta bombebakirî hat kirin, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn. -
Qanûna 'zirxa destnedanê' ya leşkeriyê, radestî Civata Giştî ya Meclîsê hat kirin
Pêşnûme qanûna li ser 'zirxa destnedanê' ya ji bo leşkeran hat amadekirin û bi tifaqa AKP, CHP û MHP'ê li komîsyonê hat qebûlkirin, radestî Civata Giştî ya Meclîsê hat kirin. Hikûmet hejmara çeteyên Qesrê yên li Kurdistanê dike 40 hezar. -
Li Qers û Stenbolê 14 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Qers Qaxizmanê 7 xwendekarên zanîngehê, li Stenbolê jî 7 kesên tê îdîakirin ku pêwendiya wan bi çalakiya Veznecîler heye, hatin binçavkirin. -
Med Nûçe vê carê ji bo Geverê weşana taybet dike
Med Nûçe, weşana taybet a "Kampanya Malbata Bira" ya ji bo destekkirina bajarên di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hilweşandin, vê carê ji bo Geverê pêk tîne. -
Xaziya Pirsûsê Ozdemîr: Ez ê biçim Kobanê
Ummuhan Ozdemîr ji rêwîtiya ber bi Kobanê ve ne poşman e û dibêje, "Rêyeke min a rast heye. Ez ê di wê rêyê de bimeşin." -
Mafên mirovan li girtîgehan di asta herî bilind de tên binpêkirin
Hevserokê TUHAD-DER ê Amedê Cahît Demîrkiran diyar kir, bi pêvajoya şer re binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan gihaştiye asta herî bilind û bang li her kesî kir, ji bo bibin dengê girtiyan. -
YE dixwaze firotina çekan sînordar bike
Yekîtiya Ewropa (YE) li ser pêşnûmeyek ku hedefa wê sînordarkirina firotina çekan e, li hev kir, tê ragihandin ku wê nîqaşên li ser mijarê bidomin. -
‘Em cezakî dixwazin, ji bo edaletê dimeşin’
Parêzerên Halkin Hûkûk Burosu (HKB), meşa edaletê ya ji bo Berkîn Elvan, Gunay Ozaslan, Hasan Ferît Gedîk, Yilmaz Ozturk û ji bo tevahî zarokên gel ber bi Enqereyê ve li dar dixe ji ber Edliyeya Bakirkoyê da destpêkirin. -
Di Kongreya TTB’ê de banga ‘Eniya Demokrasiyê’
Di kongreya TTB’ê ya li Enqereyê de li dijî êrîşên qirker ên AKP/Qesrê banga avakirina Eniya Demokrasiyê hate kirin. -
Li Mannheîmê AKP, li Londonê jî Ahmet Hakan hatin protestokirin
Ciwanên Kurd ên li Mannheîmê, li dijî êrîşên qirker ên AKP/Qesrê standa agahdarkirinê vekirin. Li paytexta Îngilistan Londonê jî paneleke ku Rojnameger Ahmet Hakan tevlî bibû protesto kirin. -
Parlamenterên HDP'yî komîsyon terikandin
AKP, CHP û MHP'ê pêşnûme qanûna ku 'zirxa destnedanê' dide leşkeran erê kirin. HDP'ê biryar da vê tifaqa qirêj a her sê partiyan protesto bike û xwe ji komîsyonê vekişand.