Pêşnûme qanûna li ser 'zirxa destnedanê' ya ji bo leşkeran hat amadekirin û bi tifaqa AKP, CHP û MHP'ê li komîsyonê hat qebûlkirin, radestî Civata Giştî ya Meclîsê hat kirin.
Nerazîbûna li hemberî vê pêşnûmeyê dewam dike. Hikûmeta AKP'ê jî hejmara leşker û polîsên li Kurdistanê dicivîne, zêde dike. Hikûmet dixwaze hejmara çeteyên Qesrê yên li Kurdistanê bike 40 hezar.
Ji van; hejmara Polîsên Tîmên Taybet (POH) ku 7 hezar 800 bû, kir 12 hezar 800. Her wiha dest bi perwerdekirina 4 hezar polîsên din kir. Bi tevlîkirina van re wê hejmara POH'an di dawiya salê de bigihêje 17 hezarî. Wekî din, bi perwerdeyên nû wê vê hejmarê bike 20 hezar.
Hejmara Jendermeyên Tîmên Taybet (JOH) jî, ku hejmara wan 12 hezar 500 e, kir 15 hezar 500. Bi tevlîkirina 4 hezar JOH'an wê heta dawiya salê vê hejmarê bike 17 hezar 500. Piştre wê bi tevlîkirinên nû re vê hejmarê bigihêjîne 20 hezarî.
Hikûmeta AKP'ê ya ku li Kurdistanê tank, hawan, balafirên şer û her şêwe çekên giran bi kar anî, çek û cebilxaneyên nû kir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 200 bombebavêjên 40 mm, çeka bombeavêj a 6 caran li ser hev bombeyan davêje, hatiye kirîn. Tê gotin, ku bombeavêjên MK-19 ên dikarin li ser wesayîtên zirxî jî bên bicihkirin, hatine kirîn. Ev çek hemû wê li hemberî bajar û navçeyên Kurdistanê werin bikaranîn.