ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Parlamenta Swêdê, Wezîra Karên Derve ji ber gotina li dijî PKK'ê hat şermezarkirin
Parlamentera Partiya Çep Jenny Bengtsson nerazîbûn nîşanî Wezîra Karên Derve da, ku di daxuyaniya xwe de gotibû, "Mafê Tirkiyeyê heye li dijî terorîzmê xwe biparêze." -
‘Eger ewqasî bi daxwaz bî wê demê zarokên xwe bişînî Cûdiyê’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di fitarê ya ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê hat dayîn de axivî, ji Serokkomarê Tirk Erdogan re got; “Eger ewqasî bi daxwaz bî wê demê zarokên xwe bişînî Cûdiyê.” -
Dengê girtiyên siyasî li Baselê veda
“Platforma Dengê Girtiyan” a ku li Elmanyayê kar dike, ji bo dengê girtiyên azad bigihîne koçberan, aktîvîteyên xwe yên piştevaniya bi girtiyên siyasî di mehên Gulan û Hezîranê de dewam dikin. -
Hevdîtina nû ya li Cezayîrê-Selahattîn Erdem
"Derket holê ku Hevdîtina Cezayîrê ne tenê di bin çavdêriya Îranê de nemaze hevdîtineke nû ya di nav Îran, Tirkiye û Suriyeyê de ye. Bêguman ev hevdîtin dijberî Kurdan e û hewldana avakirina rêveberiyeke nû ya dagirkerên Kurdistanê ye." -
FKÊ kongreya xwe ya 10. li dar xist
Federasyona Komeleyên Êzidiyan 10. Kongreya xwe li bajarê Celle yê Elmanyayê li dar xist û navê xwe kir NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan). -
Ji TŞYG’ê li Îskenderûnê çalakiya sabotajê
Fermandariya Hevpar a TŞYG’ê ragihand ku li hember artêşa Tirk a ku 11’ê Hezîranê li herêma Şehîd Fîraz operasyonek da destpêkirin çalakiyeke sabotajê li dar xist. -
Ji parêzerên Ocalan ji bo Agababa yê CHP’î bersiv
Parêzerên Ocalan li dijî daxuyaniya Agababa yê CHP’î ya “Girtîgeha herî rehet Îmralî ye” nerazîbûn nîşan dan. Parêzeran destnîşan kirin ku ji 2011’an ve bi Ocalan re nikarin hevdîtinê bikin, bal kişandin ser şertên tecrîdê. -
Ebû Leyla li Goteborgê hat bîranîn
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbîce û Fermandarê Tabûra El-Şamal Feysel Ebû Leyla li Goteborgê hat bîranîn. -
NY: Dewleta Tirk bi çekên giran êrîşî Kurdistanê dike!
Komîserê Mafên Mirovan ê NY Hûsseîn êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê kir, xist rojevê. Hûsseîn diyar kir, dewleta Tirk li Kurdistanê çekên giran bi kar aniye û xwest, derhal bersiv ji daxwaza wan a lêkolînkirina li cih bê dayîn. -
KCK'ê êrîşa li DYA şermezar kir
KCK'ê êrîşa li Orlando şermezar kir û got, "Em van komkujiyên çeteyên faşîst şermezar dikin û weke Tevgera Azadiyê û gel dibêjin; mîna beriya niha em ê ji niha û pê ve jî li dijî vê averêtiya faşîst têbikoşin." -
Li Durenê bîranîna Şehîdên meha Gulanê
Li bajarê Duren ê Elmanyayê, ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê tûrnûvayeke futbolê hat lidarxistin. -
Li Mannheîmê şeva ji bo girtiyan û silavkirina xwerêveberiyan
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyan û destekkirina girtiyan, şevek hat lidarxistin. Di şevê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî amade bû. -
Pirtûka Ocalan piştî Latîn Amerîkayê wê li Spanyayê bê nasandin
Pirtûka Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi zimanê Spanyolî hatiye tercûmekirin, piştî civînên danasînê yên li Latîn Amerîkayê wê li Spanyayê were nasandin. -
Ji bo azadiya girtiyên siyasî li Dusseldorf û Kolnê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo azadiya girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Elmanyayê tên ragitin, Ciwanên Azad Dusseldorf û Koln/Bonnê bi dirûşmeya "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, girtiyên siyasî bên berdan" çalakiyek bi pankartan lidar xistin. -
'Bi mîlyonan mirov bi navê Xwedê û Quranê tên xapandin'
Parlamentera HDP'ê da xuyakirin, bi mîlyonan mirov bi navê Xwedê û Quranê tên xapandin û destnîşan kir, di rewşa heyî de mirov êdî bi şexsan diperesin. -
KCDK-E ji bo azadiya Ocalan dest bi çalakiyan dike
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê dest bi çalakiyan dike. KCDK-E bang li hemû Kurdan kir, ji bo tevlî van çalakiyan bibin. -
Ji Med Nûçeyê ji bo Geverê kampanya
Televîzyona Med Nûçe ya ji Ewropayê ji bo Geverê ya ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate hilweşandin weşanê dike, dest bi kampanyaya piştgiriyê kir. Di weşana zindî de ji bo Geverê hem “malbatên xwişk û bira” hem jî alîkariyên madî tên komkirin. -
Li DYE’yê êrîşa bi xwîn: 50 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encama êrîşa li dijî klûba LGBT’î ya bi navê Plûse Clûp a li Florîdayê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn. Polîsan ragihandin ku êrîşkar hatine kuştin. -
Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan jinan belavok belav kirin
Li paytexta Swêd Stockholmê komek jinên Kurd ên endamên Meclîsa Jinan a Amarayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart vekirin, belavok belav kirin. -
Fermandar Faysal Ebû Leyla li Stockholmê hate bibîranîn
Fermandarê Tabûra Şem El-Şemal û endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Faysal Ebû Leyla ku di dema destpêkirina operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, li paytexta Swêd Stockholmê bi aktivîteyekê hate bibîranîn. -
Artêşa Iraqê ya ku kete bajêr ber bi navendê ve diçe
Artêşa Iraqê ya ku kete Felûceyê ber bi navenda bajêr ve diçe. -
2 gund ji DAIŞ’ê hatin girtin, 25 çete hatin kuştin
Artêşa Iraqê, 2 gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. 25 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 4 wesayîtên çeteyan ên bombebarkirî jî hatin îmhakirin. -
Cenazeyê Yazar ji bo were veşartin ber bi Rihayê ve hat şandin
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar ê ji ber kansera pişikê jiyana xwe ji dest da, ji bo were veşartin ber bi Rihayê ve hat şandin. -
Li Nantesê xwarina fitarê hat dayîn
Li Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer a li bajarê Fransa Nantesê, bi wesîleya meha Remezanê ev 3 sal in xwarina fitarê tê dayîn. -
Yuksekdag: Dixwestin me têk bibin, lê planên wan têk çûn
Festîvala Çandê ya Dersîmê ya li Ewropayê qediya. Yuksekdag di axaftina xwe ya li qada festîvalê de diyar kir, tevî hemû êrîşên giran ên qirkirinê jî, AKP/Qesr wê nikaribin gelê Kurd teslîm bigirin.