2 gund ji DAIŞ’ê hatin girtin, 25 çete hatin kuştin

Artêşa Iraqê, 2 gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. 25 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 4 wesayîtên çeteyan ên bombebarkirî jî hatin îmhakirin.

Artêşa Iraqê bi piştigirya balafirên şer ên hêzên koalîsyonê 2 gundên li rojavayê Mexmûrê ji çeteyên DAIŞ’ê girt. Di operasyona vê sibehê destpê kir de 25 çete hatin kuştin, 4 wesayîtên çeteyan ên bombebarkirî jî hatin îmhakirin.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, gundên hatine rizgarkirin, gundin Hecî û Elî yên 25 kîlometreyan dikeve rojavayê Mexmûrê ne.

Bi rizgarkirina her du gundan ve, artêşa Iraqê xwe amade dike ku li hember Giyera jî operasyonê li dar bixe.