Dengê girtiyên siyasî li Baselê veda

“Platforma Dengê Girtiyan” a ku li Elmanyayê kar dike, ji bo dengê girtiyên azad bigihîne koçberan, aktîvîteyên xwe yên piştevaniya bi girtiyên siyasî di mehên Gulan û Hezîranê de dewam dikin.

“Platforma Dengê Girtiyan” a ku li Elmanyayê kar dike, ji bo dengê girtiyên azad bigihîne koçberan, aktîvîteyên xwe yên piştevaniya bi girtiyên siyasî di mehên Gulan û Hezîranê de dewam dikin.

Piştî her du aktivîteyên li bajarê Fransa Sarcelle û Marsîlyayê, aktivîteya 3’yemîn li bajarê Basel ê Swîsreyê û di heman rojê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê aktivîte hatin lidarxistin. 18’ê Hezîranê jî li bajarê Wûpertal ê Elmanyayê wê fînala aktîvîteyan bê lidarxistin.

Aktivîteya li Baselê bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Bal kişandin ser têkoşîna girtiyên siyasî û kêrhatiyên wan.

Di axaftina li ser navê Platforma Dengê Girtiyan de, hate diyarkirin ku koçber her demê li gel girtiyên siyasî cih girtine. Qisekeran da zanîn ku têkoşîna şoreşgerî ya girtiyên siyasî bi rûmet e, diyar kir ku di demên kirîtîk ên têkoşînê de girtiyên siyasî rola xwe lîstine.

Erdogan Emîr, Okan Pehlîvan û Edîka helbest gotin. Di aktivîteyê de Erkan Hoca yê ku di qetlîama Pirsûsê de birîndar bibû, xîtabî kujeran kir. Hoca şoreşa Rojava silav kir, banga bilindkirina têkoşînê kir.

Ekrem Hoca behsa kampanyaya ciwanên SGDF’ê ya ku di yekemîn salvegera qetlîama Pirsûsê de bi şîara “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet” tê lidarxistin kir, diyar kir ku divê kampanya li Ewropayê deng vede û xwedî li kampanayayê bê derketin.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî axaftin hatin kirin û bal kişandin ser têkoşîna jinan û girîngiya wê.

Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Swîsreyê jî peyam ji bo aktivîteyê şand.

...