Demîrtaş: Eger nikaribe îspat bike wê Serokkomariya wê betal bibe

Demîrtaş, têkildarî nîqaşên li ser nebûna dîplomaya Erdogan got, "Eger dîplomaya xwe ya dibistana bilind nebe, wê demê nikare bibe serokkomar. Qanûn vê ferz dike. Eger nikaribe dîploma xwe îspat bike, hingî serokkomariya wî betal dibe."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe, li pêşiya avahiya navenda giştî bersiv da pirsên rojnamevanan.

'BIRYARA JINÊ DI DESTÊ JINÊ DE YE'

Beşek ji daxuyaniyên Demîrtaş bi vî rengî ye:

"Li ti welatî, mîna vî welatî serokkomarek dest li beden û rûmeta jinê wernade. Biryara jinê ye ku bibe dayik an na. Ev biryar ne biryara hevjînê wê ye, ne biryara bavê wê ye. Biryara jinê bi xwe ye. Çend zarokên zarokên te hene. Eşkere ye, mirov li gorî dilê xwe dibin xwedî zarokan. Ne karê siyasetê ye ku biryara vê bide. Jin di vê mijarê de gelekî bi hêrs in. Durûtî ye ku vê yekê dispêrin pîvanên olî. Di kîjan pirtûka pîroz de hatiye nivîsandin, ku divê çend zarok bê çêkirin.

Serokkomar radibe dibêje, Tirkbûyîn pêwendiya xwe bi xwînê heye. Bila ew bi xwe jî xwîna xwe test bike, em meraq dikin bê encameke çawa wê jê derkeve. Li gorî me, pênasekirina nîjadperestiyê li ser xwînê, mejiyekî kevn û dema xwe derbas bûye. Mirov xwe çawa pênase dike, ew ew e. Pêwendiya xwe bi xwînê nîne. Serokkomar radibe bi hêsanî mejiyê xwe yê nîjadperest radixe pêş çavan.

'YA DIVÊ BÊ REHABÎLÎTEKIRIN HIKÛMET BI XWE YE'

Hikûmet, Kurdan weke civakeke divê bê rehabîlîtekirin dibîne. Ev yek nîşan dide ku pêwîstiya hikûmet bi xwe bi rehabîlîtekirinê heye. Ya ku divê bê rehabîlîtekirin hikûmet bi xwe ye. Hêvîdar im dema wan ev xebat meşandin wê hinekî rehabîlîte bibin û bên ser xwe.

Ez namzetê Serokkomariyê bûm û ew jî hevrikê min bû. Me mînakên ji ber dîplomayên xwe radestî Desteya Hilbijartinê ya Bilind kirin. Di namzetiya parlamenteriyê de jî tê dayîn. Bi rojan e ev mijar tê nîqaşkirin. Ya ku Serokkomar dibêje; 'Rektor dîplomayê derxîne, bila ev bibînin'. Dîploma divê bi te re be. Pêwîste Desteya Hilbijartinê ya Bilind daxuyaniyê bide. Em ê jî di vê mijarê de serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind bidin. Dema ev kes bû namzet, gelo we ewraqên wî lêkolîn nekirin? Di dosyaya vî de dîplomaya dibistana bilind heye? Dema em daxivin, ev dikeve nava panîkê. Ne dîplomaya wî heye, ne jî hevalên wî yên li zanîngehê. Dema tu kes ezmûnan divê kesek hebe ku te dîtibe. Ez bang li tevahiya cîhanê dikim: 'ji kerema xwe re yek ji we rabin û bêjin, em bi vî re li zanîngehê bûn, me bi hev re dixwend'. Ev mijar veguherî mijareke girîng. Eger dîplomaya xwe ya dibistana bilind tinebe, hingî nikare bibe serokkomar. Qanûn vê ferz dike. Eger nikaribe îspat bike ku ji dibistana bilind mezûn bûye, hingî serokkomariya wî betal dibe."