ROJANE
Hemû Nûçe
-
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf li Stockholmê hate protestokirin
Zarîf ê ku bi heyetek ji 60 kesên bazirgan re hate paytexta Stockholm a Swêdê, ji aliyê komên Kurdistanî û Îraniyan ve hate protestokirin. -
Li PE konferansa Qirkirina Ermeniyan
Li PE, konferansek têkîldarî Qirkirina Ermeniyan hate lidarxistin. Di konferansê de ji ber xebatên wî plaketek dan Nivîskar-Rojnamevan Dogan Ozguden. -
Rojnamevan Kurt serbest hate berdan
Rojnamevan Alî Bariş Kurt ê ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser tora civakî hatibû binçavkirin serbest hate berdan. -
Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat binçavkirin
Rojnamevan Alî Bariş Kûrt, ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî li navçeya Sûngûrlû ya Çorûmê hat binçavkirin. -
Êrîşên qirkirinê li Melboûrne hatin şermezarkirin
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Vîctorya (NAV-KURD), êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê li ber Konsolosxaneya Tirk şermezar kir. -
Operasyonên qirkirana siyasî : 18 binçavkirin, 2 girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê de 18 kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin -
Li Bollnasê berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin
Kurdistaniyên li herêma Bollnas a Swêdê dijîn, operasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê li ber avahiya şaredariyê bi çalakiyekê şermezar kirin. -
Li Latîn Amerîkayê eleqeya mezin a ji bo Ocalan
Pirtûka yekemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi Spanî hat tercûmekirin, li Latîn Amerîkayê tê nasandin. Endamê KNK'ê Mahmût Çolak Zerdeştî diyar kir, eleqeyeke mezin ji bo Ocalan heye. -
Ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' ji Emmerîch heta Kleve'yê meşa dirêj
Ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' di navbera bajarên Emmerîch û Kleve yên Elmanyayê de meşeke dirêj hat lidarxistin. Di meşê de rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê hat şermezarkirin. -
Malbatên Winda û Şehîdan ên Kurdistanê serî li DCN didin
Saziya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW), di serî de komkujiyên li Cizîr û Sûrê hemû komkujiyên artêşa Tirk li Kurdistanê kiriye, dibe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN). -
Nobeda ji Ocalan re Azadî di hefteya 206. de ye
Çalakiya nobedê ya Kurdên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li ber Konseya Ewropayê (KE) di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kirin, di hefteya 206. de dewam dike. -
Di salvegera Geziyê li Taksîmê peyamên “Em li gel yek in, em li vir in”
Hezaran kes di salvegera berxwedana Geziyê de çûn Taksîmê. Girseyê bi dirûşmên mîna “Ev hê destpêk e, wê têkoşîn bidome” û peyama “Em li gel yek in, em li vir in” dan. -
Gerîlayê HPG’ê Bartin hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Davût Bartin (Brûsk Cîlo) ê piştî di şerê li bejahiya navçeyên Payîzava û Artemêtê birîndar bû, li Ava Donemeçê jiyana xwe ji dest da, bi tîlîliyan hate definkirin. -
Gezî, beriya daxuyaniyê hate dorpêçkirin
Polîsên Tirk, beriya daxuyaniyê ya di 3. Salvegera Berxwedana Gezî ya Taksîm Dayanişmasi de park dorpêç kir. -
Ozdag, Cemgîl û Manga hatin bibîranîn
Alpaslan Ozdag, Sînan Cemgîl û Kadîr Manga yên ku di 31’ê Gulana 1971’an li çiyayê Nûrhak hatin qetilkirin hatin bibîranîn. -
Demîrtaş: Em ê destûrê nedin vê rêveçûna Erdogan
Demîrtaş bi zimanekî tund nerazîbûn nîşanî hewldana komkujiyê ya li Roboskî da û ji Erdogan re jî got, "Em ê destûrê nedin vê rêveçûnê." -
'Qesr' li Nantesê hat şermezarkirin: Bêdeng nemînin!
Kurd û dostên wan ên li Nantesê dijîn, êrîşên qirkirinê şermerzar kirin. Di çalakiyê de banga piştgiriya ji bo Kurdistanê hat kirin. -
Tecrîd û Erdogan li Berlînê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Elmanya Berlînê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de lenet li terora Erdogan û AKP'ê hat anîn. -
'Ji Gezî heta Pirsûsê, em têkoşîna edaletê mezin bikin'
Xaziyê Gezî û Pirsûsê Çagdaş Kuçukbattal diyar kir, lêgerîna li jiyana nû, ji Gezî heta Rojava qedera gelan bi hev ve girê daye. -
Bihêzkirina alternatîfa demokratîk -Selahattîn Erdem
"Eger em li Tirkiyeyê dîktatoriya takekesî ya mirovekî naxwazin û li dijî destwerdana hêzên derveyî ne, wê demê em neçarin alternatîfa demokratîk hêzdar bikin û şoreşa demokratîk li dar bixin." -
ESP: Berpirsyarê êrîşa li Roboskî cûnta Qesrê ye
ESP'ê diyar kir, berpirsyarê komkuijya duh a li Roboskî hat kirin, Qesr e. -
TŞYG: Em bi ruhê Gezî berxwedanê mezin bikin
TŞYG'ê diyar kir, Berxwedana Gezî siyasîbûneke girîng afirandiye, rejîma AKP'ê tengav kiriye û rê li ber demeke nû vekiriye. TŞYG got, "Li hemberî êrîşkariya faşîst em ji nava parastinê derkevin û dest bi êrîşê bikin." -
Li Swêdê çalakiyên ji bo berxwedana xwerêveberiyê û HDP'ê
Di çalakiyên li gelemperiya Swêdê de destek ji HDP'ê re hat dayîn û xwedî li berxwedana xwerêveberiyê hat derketin. -
NAV-DEM'ê kongreya xwe ya 3. pêk anî
NAV-DEM'ê kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî û hin rêze biryar girt. Di kongreyê de hat destnîşankirin, divê destekek xurtir ji berxwedana li Bakurê Kurdistanê re bê pêşkêşkirin. -
Li Viyanayê şeva ji bo Atilimê
Li Viyanayê, li ser banga xwendevanên Atilimê, şevek ji bo destekkirina rojnameya Atilimê hat lidarxistin.