ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo boykota Turîzma Tirkiyeyê kampanya didome
Li Îngilistanê kampanyaya Ciwanên Azad, Jinên Ciwanên Azad û Ciwanên çepgirên Tirkiyeyî a “Neçin Tirkiyeyê-Don’t Go Turkey” didome. -
Ciwanan pankart bi pira li ser rêya Aachen-Kolnê ve daliqandin
Ciwanên Kurd ên li bajarê Elmanya Dusseldorfê dijîn, li dijî faşîzma AKP'ê pankarta bi nivîsa "Serketin a PKK'ê ye, têkçûn a faşîzma AKP'ê ye" bi pira li ser rêya A4 a navbera Aachen-Kolnê daliqandin. -
Dayika Sêvê Demîr: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr li kongreya DBP'ê axivî, kesên hatin qetilkirin bibîr anî û got, "Berxwedana we wê bidome. Birêz Ocalan rêberê me ye. Ancax ew dikare vî şerî bisekinîne." -
Demîrtaş: Berdêl wê giran be, lê encam jî wê serketin be
Demîrtaş li kongreya DBP'ê peyivî û got, "Bêguman gelê Kurd wê teslîmî siyaseta tekparêziyê nebe. Em ê paş de gav navêjin. Em ê siberoja xwe bi destê xwe ava bikin." Demîrtaş işaret bi girîngiya hişyariyên Ocalan kir. -
Tûncel ji AKP/Qesrê re got: Em ê bîatê nekin; em ê xweseriyê ava bikin!
Namzeta Hevserokatiya Giştî Tûncel di axaftina xwe ya li kongreya DBP'ê de diyar kir, ew ê bîatê ji AKP/Qesrê re nekin û got, "Hêvî bi mirovên li Kurdistanê li dijî faşîzmê li ber xwe didin re ye." -
Kurdên li Ewropayê li ser piyan e: Erdogan ji Kurdistanê bicehime!
Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, êrîşên qirkirinê û "qanûna darbeyê" yên AKP/Qesrê şermerzar dikin. Di çalakiyên li Swêd, Elmanya û Fransayê de slogana "Erdogan ji Kurdistanê bicehime" hat qîrîn. -
Mesaja Kamûran Yuksek a ji bo kongreya DBP'ê
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ê hat girtin, mesajek ji kongreya partiya xwe re şand û got, "Li ku derê dibe bila bibe, em ê ti carî ji têkoşîna xwe venegerin, em ê serî netewînin." -
'Kongreya berxwedanê' ya DBP'ê destpê dike
DBP a ku bûye hedefa êrîşên giran ên AKP/Qesrê, 4. kongreya xwe ya awarte lidar dixe. Malbatên mirovên di berxwedana xwerêveberiyê de hatin qetilkirin, beşdarî kongreyê bûn. -
Sariyildiz ji Îtalyaniyên li Alessandrîa re rewşa li Kurdistanê vegot
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, li bajarê Îtalya Alessandrîayê beşdarî çalakiyek ji aliyê Komeleya ber bi Kurdistanê ve hat organîzekirin bû û rewşa li Kurdistanê vegot. -
Li Elmanya, Fransa û Swîsreyê çalakiyên ji bo Nisêbînê
Li bajarên Saarbrucken, Freîbûrgê, Bern û Rennesê, ji bo silavkirina berxwedana Nisêbînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin. -
Şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silava li Viyanayê hat bîranîn
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, şehîda destpêkê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Silava hat bîranîn. -
Pirtûka Ocalan li Îngilîstanê hat nasandin
Bergê destpêkê yê rêze pirtûkên Manîfestoya Civaka Demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek navendên Îngilîstanê hat nasandin. Eleqeyeke mezin ji bo danasînê hebû. -
'Li dijî desthilatdariyê, em li hev bicivin'
Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya, ku di nava 2 mehan de zêdeyî 50 lêpirsîn û doz lê hatin vekirin bang xurtkirina piştgiriyê li rojnamevanan kir. -
'Xala demî berhema feraseta darbeyê ye'
Parêzer Mesût Beştaş da xuyakirin, rakirina destnedana parlamenteran bi xala demî ya destûra bingehîn re, rewşek li dijî hiqûqê ye. -
Li dijî êrîşên qirkirinê peyamên ‘ji nû ve avakirinê’
Koma Endezyarên Welatparêz Şoreşger Demokrat, Plansazên Avahîsaz û Bajêr di Desteya Giştî ya TMMOB’ê de danezanek weşandin, destnîşan kirin ku li Kurdistanê li dijî êrîşên qirkirinê wê xebatên ji nû ve avakirinê bidomînin. -
Li Helsînkiyê ji bo Nisêbînê piştgirî
Kurd û dostên wan ên li Helsînkiyê ji bo Nisêbîn a ku êrîşên qirkirinê li ser heye banga hestiyariyê kirin. -
Li Romayê ji bo Nisêbînê çalakiya dagirkirinê
Li paytext Romayê li dijî êrîşên qirker ên li Nisêbînê çalakiya dagirkirinê hate lidarxistin. -
Artêşa Iraqê dor li Fellûceyê girtiye
Operasyona artêşa Iraqê ya ji bo derxistina bajarê Fellûce ji destê DAIŞ'ê gihaşt qonaxeke girîng. Bajar ji aliyê artêşê ve hatiye dorpêçkirin. -
Li Eren Keskîn û Reyhan Çapan cezayê girtinê hat birîn
Li rojnamevan Eren Keskîn û Reyhan Çapan cezayê ragirtina li girtîgehê hat birîn. -
Li hember Kurdan û dostên wan operasyonên qirkirina siyasî
Operasyonên qirkirina siyasî li Amed, Mûş, Îzmîr û Denîzliyê dewam kirin. -
'Di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de 283 hezar kes mirin'
Li gorî rapora Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê, di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de, 283 hezar kes di nava 5 salan de jiyana xwe ji dest dane. -
Danîmarka li dijî 'qanûna darbeyê' ya Qesrê kete nava tevgerê
Parlamenta Danîmarkayê li dijî darbeya li hemberî HDP'ê kete nava tevgerê. Siyasetmedarên Danîmarkî yên ji rakirina destnedanê bi fikar in gotin, ew ê mijarê bixin rojeva Yekîtiya Ewropayê. -
Partiya Çep a Swêdê: Dem hatiye PKK ji lîsteya 'terorê' ya YE bê derxistin
Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde destnîşan kir, ku dem hatiye PKK ji nava 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin. -
Hejmara penaberên li Derya Spî fetisîne, ji hejmara fermî zêdetir e
Li ser dramên penaberan ên Çarşemê û duh li derya navbera Îtalya û Lîbyayê qewimîn agahiyên nû bi dest ketin. Ev agahî nîşan didin, hejmara mirovên di van karesatan de jiyana xwe ji dest dane, gelekî zêdetir e. -
Hovîtiya AKP'ê li Stûttgartê hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Stûttgartê endamên Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad û çep ên Elman (AntîFa) li dijî wehşeta AKP'ê meşiyan.