Li Romayê ji bo Nisêbînê çalakiya dagirkirinê

Li paytext Romayê li dijî êrîşên qirker ên li Nisêbînê çalakiya dagirkirinê hate lidarxistin.

Li paytexta Îtalya Romayê bi armanca protestokirina êrîşên qirker ên ku çeteyên AKP/Qeserê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi pêş dixin, çalakiya dagirkirinê hate lidarxistin.

Ji aliyê Komaleya Çanda Araratê îro saet 13.30’an stasyona herî mezin a li paytextê Gara Termînî hate dagirkirin.

Çalakvanan dowîzên têkîldarî qetlîamê û alên PKK’ê bilind kirin, dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Terorîst Erdogan” berz kirin.

...