Di salvegera Geziyê li Taksîmê peyamên “Em li gel yek in, em li vir in”

Hezaran kes di salvegera berxwedana Geziyê de çûn Taksîmê. Girseyê bi dirûşmên mîna “Ev hê destpêk e, wê têkoşîn bidome” û peyama “Em li gel yek in, em li vir in” dan.

Hezaran kes di salvegera berxwedana Geziyê de çûn Taksîmê. Girseyê bi dirûşmên mîna “Ev hê destpêk e, wê têkoşîn bidome” û peyama “Em li gel yek in, em li vir in” dan.

Di 3. salvegara berxwedana Geziyê de, bi banga Piştgiriya Taksîmê ji bo daxuyaniya çapemeniyê bi sedan kes tevî dorpêçê jî çûn Taksîmê. Piştgiriya Taksîm (Taksîm Dayanişmasi) û rêveberên partiyên siyasî, li pêşiya avahiya Odeya Endezyarên Mekîneyan hatin cem hev, xwestin ji kolana Mîs û ji pêşiya Amedeyiya Galatasarayê heta cihê ku daxuyanî bê dayîn meşekê li dar bixin.

Li kolanên Taksîmê dirûşmên mîna “Ev hê destpêk e, wê têkoşîn bidome” bilind bûn, polîsan kom dorpêç kirin.

Dorpêça polîsan bi çalakiya rûniştinê hate protestokirin. Di encama rakirina dorpêça polîsan de girse ber bi avahiya Navenda Çandê ya Fransayê ya ku daxuyanî wê lê bê dayîn ve ketin rê.