Arat: Em natirsin, hîn bibin; em li vir in!
Berdevka Komeleya Piştgiriya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat, êrîşên li hemberî LGBTÎ'yan ên zêde bûne nirxand û got, "Em natirsin, hîn bibin; em li vir in."
Berdevka Komeleya Piştgiriya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat, êrîşên li hemberî LGBTÎ'yan ên zêde bûne nirxand û got, "Em natirsin, hîn bibin; em li vir in."
Piştî komkujiya li Orlando ya DYA'yê, ku li barek LGBTÎ'yan hat kirin û herî kêm 50 kes mirin, gefeke din ji koma bi navê 'Ciwanên Anatoliyê yên Misilman' a li Tirkiyeyê hat. Komê, têkildarî Hefteya Rûmetê ya Trans a di navbera 13-19'ê Hezîrana 2016'an de tê pîrozkirin, di medya civakî de kampanyayeke lînç û nefretê da destpêkirin. Komeleya Piştgiriyê ya LGBTÎ ya Stenbolê xwe amade dike giliyê komê bike û da zanîn, tevî hevû gefan jî ew ê ji bo berxwedan û aştiyê li kolanan be.
Berdevka Komeleya Piştgiriya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat ji civaka LGBTÎ ya li Orlando û hemû cîhanê sersaxî xwest û diyar kir, ew ê bi vê çavtirsandinê têk neçin. Arat got, "Em şahidên komkujiyên DAIŞ'ê yên li vê erdnîgariyê ne. Em DAIŞ'ê ji komkujiya Êzidiyan a li Şengalê, ji dorpêçkirina Kurdan a li Kobanê û ji bombeyên li Enqere û Pirsûsê hatin teqandin, nas dikin."
Arat da xuyakirin, ku armanca rêxistinbûyînên bi vî rengî tinekirina her kesên têkoşîna mafên mirovan didin û projeya jiyaneke alternatîf amade dikin e û got, "dixwazin mirovan bitirsînin û ji kolanan derxînin. Em ê xizmetê ji vê armancê re nekin. Bi wergirtina hemû tedbîran, em ê li dijî tarîtiya DAIŞ'ê li meydanan bin û têkoşîna xwe bidomînin."
Arat ragihand, bi qasî yên komkujiyan dikin, dewletên mîna Erebîstana Siûdî, Qatar û Tirkiye yên bingehê ji komkujiyan re amade dikin berprisyar in û da zanîn, ev dewletê çeteyan derman dikin, desteka lojîstîk didin çi zû, çi jî dereng wê werin dadgehkirin.
'LI ERDNÎGARIYA ME, YÊ LI BER XWE NEDE, NIKARE BIJÎ'
Arat diyar kir, pêkhatinakomkujiya Orlando di Hefteya Rûmetê ya Trans de manîdar e û hêzên mûxalîf ên balê nakişînin ser LGBTÎ û Hefteya Rûmetê ya Trans rexne kir. Arat got, "Hêzên mûxalîf di daxuyaniyên xwe de komkujî lenet kirin, lê belê ti ji wan negotin ku komkujî li hemberî LGBTÎ'yan hatiye kirin, bi zanebûn di Hefteya Rûmetê de hatiye kirin."
Di dewama axaftina xwe de Arat da zanîn, kesên LGBTÎ ji bo karibin li erdnîgariya Rojhilata Navîn bijîn, ji bilî berxwedanê ti şensê xwe nîne û got, "Em natirsin, ji ber ku li vê erdnîgarê yê li ber xwe nede nikare bijî."
Arat gefên koma bi navê 'Ciwanên Anatoliyê yên Misilman' ên bi rêya medya civakî li 7. Hefteya Rûmetê ya Trans hatin xwarin, tevî Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê bir ber destê dadgeriyê û anî ziman, ew ê li pêşberî van gefan paşde gavê navêjin. Arat got, "Em natirsin, hîn bibin; em li vir in." Arat bang li mûxalefta civakî û kesên ji xwe re dibêje ez mirov im kir, ku tevî Meşa Hefteya Rûmetê ya roja Yekşemê saet di 17:00 a li ber Konsolosxaneya Fransayê bibin."