Parêzer Atalay: Erdogan ne 'Serokê Şaredariyên Tirkiyeyê’ ye

Ji Parêzerên Piştevaniya Taksîmê Can Atalay bersiv da Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku dîsa got wê li Parka Gezî Leşkergeha Topavêjan bê avakirin. Atalay got ew Serokkomar e, “ne Serokê Şaredariyên Tirkiyeyê ye.”

Ji Parêzerên Piştevaniya Taksîmê Can Atalay bersiv da Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku dîsa got wê li Parka Gezî Leşkergeha Topavêjan bê avakirin. Atalay ê got ku ew Serokkomar e, “ne Serokê Şaredariyên Tirkiyeyê ye”, wiha axivî: “Eceleyek Erdogan a baş nayê fêmkirin heye. Hewl dide mûxalefeta civakî wek zayinek pêşwext bike.”

Atalay têkîldarî pêvajoya hiqûqî ya projeyê ev bi bîr xistin: “Dadgeha Îdare ya Stenbolê plana avadanî betal kir û 6. Daîreya Daniştayê (Şêwirgeh) sedemên betalkirina vê zêdetir kir û ev pejirand. Lê, piştre 6. Daîreya Daniştayê ya ku dema Erdogan de endamên wê guherîn, bi biryareke ku di demên pir îstîsnaî de tên dayîn ve ev biryar betal kir. Got, ‘doz dewam dike’.” Atalay têkîldarî betalkirina projeyê gotinên Erdogan ên “Em biryara reddê ya Desteya Parastinê red dikin” bi bîr xist, got: “Li gor talîmata wî, doza têkîldarî biryara Desteya Bilind a Parastinê jî dewam dike.”


‘NÎŞANA EŞKERE YA TEHAKUMA RÊVEBERIYÊ YE’

Parêzer Can Atalay bal kişand ku ev destwerdenak eşkere ya li ser biryaran e, wiha got: “Bi kurt û kurmancî, erka rêveberiyê di destê yek kesî de kom bûye. Ev dosya bi awayekî eşkere nîşan dide ku erkên rêveberiyê, qanûnsaz û bi taybet jî daraz ketiye tehakumê.”  Atalay destnîşan kir ku ev daxuyanî xwedî hin armanc in, wiha dewam kir: “Eceleyek Erdogan a baş nayê fêmkirin heye. Pêdiviya wî bi aloziyê heye. Hewl dide mûxalefeta civakî wek zayinek pêşwext bike. Pêwîst e mirov di vê mijarê de baldar be. Lê, divê em xwedî li Geziya Taksîmê derkevin.”

Serokkomarê Tirk Erdogan pêr gotibû: “Ez ji Serokê xwe re dibêjim, tê wêrek be. Binêrin îro dîsa li vir dibêjim; Li Parka Gezî ya Taksîmê, em ê wê berhema dîrokî ava bikin.”