Ji TGC’ê ji ber girtina 3 rojnamegeran nerazîbûn

Ji ber girtina 3 rojnamegerên ku gerînendetiya nobedar a weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê kirin, nerazîbûnek jî ji Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) hat.

Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê têkîldarî girtina Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê li Tirkiyeyê Erol Onderoglû, rojnameger-nivîskar Ahmet Nesîn û Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê, nivîskara Rojnameya Evrenselê Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku welat her roj hê bêtir ber bi atmosferek tarî û tengezarî ve diçe. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku destpêkirina girtina rojnamegeran wê dîsa astengiyên li ber azadiya çapemenî û fikrînê zêdetir bike. Di daxuyaniyê de ev nêrîn cih girtin:

“Ev biryar, nîşane ye ku ji milê azadiya çapemenî û fikrînê siberojên tarîtir li benda welat in. Di van şert û mercan de parastina mafê gel ê agahîgirtinê, rojnamegertiya serbixwe  êdî ne gengaz dixuye.

Li holê ye ku zîhniyeta rojnamegertiyê bi propagandakirina rêxistina terorî sûcdar dike, dezgehên weşanê bê fonksiyon dike, hewl dide rojnamegertiya azad tine bike.

Bi israr hewldana serwerkirina weşana yek tîp û alîgir a li welat, tinehesibandina azadiya agahîgirtinê ya raya giştî ye jî.

Piştî piştiriya rojnameyekê girtina Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê li Tirkiyeyê Erol Onderoglû, rojnameger-nivîskar Ahmet Nesîn û Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê, nivîskara Rojnameya Evrenselê Şebnem Korûr Fîncanci rewşek bi fikar e. Bi vê biryarê rojnamegertî û pişgirî hatiye hepskirin.

Em ji desthilatdariyê dixwazin ku dest ji vê helwesta ku li welatên demokratîk mînakên wê nînin, bi pîvanên rojnamegertiya gerdûnî re nakok e, berde. Tevî hemû zextan jî em diyar dikin ku em ê nebin rojnamegerên yek tîp, yek tîp weşanê nekin.”