Dergaha Elewiyan a Monte le Jolîe kongreya xwe pêk anî

Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan Abdal a li banliyoya Monte le Monte ya Parîsê, kongreya xwe ya yekemîn pêk anî.

Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan Abdal a li banliyoya Monte le Monte ya Parîsê, kongreya xwe ya yekemîn pêk anî.

Kongreya li lokala dergahê, bi gulbanga Pîr Riza Yagmûr û deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Li dû hilbijartina dîwanê, beşdaran rewşa siyasî nirxandin. Qisekeran dan xuyakirin, ku hikûmeta Qesr/AKP'ê weke parçeyek ji polîtîkayên xwe yên qirkirina li dijî Kurdan, planên tinekirina Kurdên Elewî xistiye meriyetê.

Di vî warî de mînakên kampên hewl tê dayîn li Mereş, Dersîm û Sêwasê werin çêkirin hatin nîşandan û hat gotin, "Di rojên pêş de wê çeteyên Qesra faşîst, êrîşên xwe yên li dijî Kurdan, Elewî û hêzên demokratîk zêdetir bikin. Divê em xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin û li dijî plana têkbirinê ya dijmin li ber xwe bidin.

Zohre Genç û Erdogan Yilmaz di kongreyê de weke hevserok hatin hilbijartin. Her wiha rêveberiya ji 11 kesan ku piraniya wan jin in, hat zelalkirin.

...