Ji Rêxistina Efûyê ji bo koçberan banga ‘Derî vekin’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo pirsgirêka koçber û daxwazên wan di nava çalakiyan de bû.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo pirsgirêka koçber û daxwazên wan di nava çalakiyan de bû.
Şaxê Rêxistina Efûyê ya Tirkiyeyê, 20’ê Hezîranê bi wesîlaya roja Koçberan a Cihanê li pêşiya Amedeyiya Galatasarayê daxuyaniyek a çapmeniyê da. Pankart û dowîzên di çalakiyê de peyamên mîna “Mafê koçberan sînoran nas nakin”, “Parastina mafekî mirovan e.” û “ Ji bo koçberan mafê xwedîlêderketinê” dan.
Di çalakiyê de Pelîn Atakan axivî û diyar kir ku di sala 2015’an de milyonek koçber û penaber bi awayekî bêrêkûpêk ber bi welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ve çûne, YE li beramber mirina hezaran koçberan, bi Tirkiyeyê re bê hiqûqî li hev kirin û xwestin ku koçberan asteng bikin.”
DAXWAZ
Atakan, bang li rayedarên hikûmetê kir ku ‘Sînorên Erdnîgariyê’ yê di Peymana Cinêwê de hatine xêzkirin rakin, xwest ku Tirkiye ya îdîa dike ku vê polîtîkaya derî vekirinê hê jî di meriyetê de ye, lê di pratîkê de pêk nîne, polîtîkayên derî vekirinê pêk werin.
Di çalakiyê de ev daxwaz hatin kirin:
“Koçberê û bêxwediyên ku li Tirkiyeyê dijîn ji çavkaniyên jiyanê sûdê werbigirin û dewlet alîkariyê bidin. Koçber û bêxwedî jî di nav de ji bo komên xwedî pêdîvî avahiyên jiyanê û xwedîlêderketineke mîna rûmeta mirovahiyê lê bê nêrîn. Yekîtiya Ewropa bi hinceta ku ‘Welatê sêyem ê ewlekariyê’ yan jî ‘Derbaskirina welatê yekem yê jê hatî’ vegerandina Tirkiyeyê demildest dawî lê bînin. YE û Civaka Navneteweyî ji bo hê baştir li koç û koçberan xwedî derkevin, alîkariyê bidin welatê ku jimara koçberan lê zêde û Tirkiyeyê. YE, divê derfetan ava bike ku kesên li Tirkiyeyê pêdiviya wan bi parastina navneteweyî hene bi rêkên qanûnî û ewle xwe bigihînin Ewropayê.”