Nûnerên saziyên Kurd ên li Strasboûrgê nobeda azadiyê digirin bal kişandin ser zêdeyî 10 mîlyon îmzeyên ji bo azadiya Ocalan hatine hevdan û tevî Konseya Ewropayê (KE) ji hemû saziyên navneteweyî xwestin, bikevin nava tevgerê.
HALÎL UNLUTEPE / BEDRAN DENÎZ
STRASBOÛRG
duşem, 20 pûşperê 2016, 12:53
Nûnerên saziyên Kurd ên li Strasboûrgê nobeda azadiyê digirin bal kişandin ser zêdeyî 10 mîlyon îmzeyên ji bo azadiya Ocalan hatine hevdan û tevî Konseya Ewropayê (KE) ji hemû saziyên navneteweyî xwestin, bikevin nava tevgerê.
Nobeda "Ji Ocalan re Azadî" ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, ku ev 4 sal in bênavber tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê nûnerên 400 saziyên Kurd ên li Ewropayê ve tê meşandin. Beşdarên çalakiyê ji ANF'ê re axivîn.
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Tûrhalli işaret bi pirsgêka gelê Kurd a sed salî kir û da zanîn, bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Azadiyê ya Kurd ev 40 sal in hewl dide çareser bike.
Tûrhalli diyar kir, Ocalan ê 17 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, tevî hemû zor û zehmetiyan jî hewl dide xwîna tê rijandin bisekinîne, lê belê ev hewldanên wî yên bi fedekariyeke mezin hatin meşandin ji aliyê dewletê ve hatine pûçkirin.
Tûrhalli bi wesîleya meha Remezanê ya pîroz ev bang kir: "Ji bo pêşîgirtina li zilm, heqaret û komkujiyan, ji bo çareseriya vê pirsgirêkê werin li nava refên mezlûman cih bigirin. Ev fermana ola me ye. Heta ku em li cem mezlûman cih negirin, mixabin wê xwîn her birije. Ji bo pêkhatina projeya aştiyê divê Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî werin berdan. Pêwîste em ji bo aştî û azadiyê têbikoşin. Ez banga têkoşînê li her kesî dikim."
Ji Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Pîr Mûstafa Deprem jî da xuyakirin, ku ew yek ji pêkhateyên Tevgera Azadiyê ya Kurd in û got, "Têkoşîna ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve tê meşandin di heman demê de berxwedana Elewiyan e. Di dîroka Elewiyan de jî ev têgihiştin heye. Em dixwazin vê berxwedêriyê, li dijî her şêwe hewldanên paşverû, li hemberî feraseta şîdet û dewleta desthilatdarîparêz, zindî û birêxistin bikin."
Endamê Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Mûrat Ceylan da zanîn, niha tecrîdeke ne exlaqî û ne hiqûqî li ser Ocalan tê meşandin û wiha pê de çû: "Weke eniya berxwedanê ya li Ewropayê, em ê ji bo azadiya Serok Apo tevî gelên din li ber xwe bidin. Ji ber ku azadiya gelê Kurd, gelên bindest û hemû gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Serok Apo dibe. Em îro li ber Konseya Ewropayê ne û em konseyê weke mûxatabê xwe dibînin. Me zêdeyî 10 mîlyon îmzeyên me ji bo azadiya Serok Apo dan hev, radestî Konseya Ewropayê kirin. Divê Konseya Ewropayê jî bersivekê bide xwediyên van 10 mîlyon îmzeyan. Wekî din, Tiriye endamekî Konseyê ye. Lê belê Tirkiye bi rengekî faşîst gelê xwe qetil dike. Ji ber vê yekê divê Konsey endametiya Tirkiyeyê betal bike. Û bêguman bi lezgînî bike ku tecrîda li ser Rêberê Gleê Kurd bê rakirin û azad bibe. Em azadiya Serok Apo weke qonaxeke gelekî girîng dibînin û em ê di vî warî de berxwedana xwe xurtir bikin."
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Mehmet Emîn Yildiz bal kişand ser para Ewropayê ya di pêkanînên li hemberî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û got, "Ewropa hevparê van pêkanînan e. Lewma ji bo em berpirsyariyên Ewropayê bînin bîra wan, em li vir in."
Li ser navê Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê Mîrhan Roj diyar kir, ew ji bo bilêvkirina daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî çalakiyê bûye û ji CPT, Konseya Ewropa û hemû saziyên pêwendîdar dixwazin bi berpirsyariya xwe rabin.
Roj got, "Em ji wan re dibêjin; heta Serok azad nebe, Kurd azad nabe; heta Serok azad nebe, jin azad nabe; heta Serok azad nebe, aştî û demokrasî nayê Rojhilata Navîn."