Can Dundar: Em piştgiriyê bidin Ozgur Gundemê

Can Dundar, ji bo rojekê bû midûrê weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê. Dundar nerazîbûn nîşanî girtinên duh da û banga piştgiriyê kir.

Kampanya "Midûrê Weşana Giştî ya Nobedar" a ji bo destekkirina rojnameya Ozgur Gundemê hat destpêkirin, di roja 50. de ye. Ji bo îro Can Dundar bû midûrê weşana giştî yê rojnameyê.

Dundar di axaftina xwe ya beriya civîna rojevê ya rojnameyê de got, "Girtinên duh mesajek e. Mesaja 'eger hûn li cem heqîqetê bin hûn ê werin girtin' e. Mesaj gihaşt me û em hatin li cem rastiyê cih bigirin.' Ew ji me re bêjin çi nekin, divê em wê bikin. Roj ev roj e. Em ê vê têkoşînê bi pêş de bibin."

Dundar destnîşan kir, ku yên hatine girtin hemû mirovên hêja ne û got, "Eger em li cem hev bisekinin, em ê karibin vê rewşê bişikînin. Li her pîşeyî divê mirov xwedî li hempîşeyên xwe derkevin. Manşeta rojnameyê gelekî rast e; divê em bi biryardarî piştgiriya hev bikin. Ji ber vê têkoşînê em wan pîroz dikin; em ê her tim destekê bidin."

Ji edîtorên rojnameyê Zana Kaya jî got, "Zextên bi vî rengî gelekî li me hatin kirin. Tê zanîn, yên ev zext kirine niha di kîjan halî de ne. Bi piştgiriya hev, em ê zextan ji holê rakin."

DESTEK ZÊDE DIBE

Rojnamevan wê bi armanca destekkirina rojnameya Ozgur Gundemê, saet di 11:00 de li hev kom bibin û mesaja 'em amade ne bibin midûrê weşana giştî'. Saet di 13:30 de jî wê gelek sazî, sendîka û partî, ji bo şermezarkirina girtinan li ber avahiya rojnameyê li hev bicivin.