Doza Mûsa Anter taloqî 26'ê Îlonê bû
Velî Kuçuk ê ku diviya weke şahid di doza Mûsa Anter de lê bihate guhdarî kirin, tevlî rûniştina dozê ya li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê nebû.
Velî Kuçuk ê ku diviya weke şahid di doza Mûsa Anter de lê bihate guhdarî kirin, tevlî rûniştina dozê ya li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê nebû.
Doza Sereke ya Mûsa Anter û JÎTEM'ê li Dadgeha Cizayê Giran a 6. a Enqerê îro hate dîtin. Bersûcê girtî Hamît Yildirim û ji bersûcên din Savaş Gevrekçî li salonê amade bûn, Tuxgeneralê malnişîn bûyî Velî Kuçuk weke şahid diviya bihate, tevlî rûniştinê nebû.
Parezerên wî ji bo ku bi rêya SEGBÎS'ê lê were guhdarî kirin daxwazname dan. Parêzerên mexdûran jî xwestin li salona rûniştinê li Kuçuk were guhdarîkirin.
Parêzer Selîm Okçuoglu xwest, li Sînan Yerlîkaya û Waliyê serdema OHAL'ê Unal Erkan jî weke şahid were guhdarîkirin.
Serekê Berê yê Daîreya Kontretor Mehmet Eymûr jî tevlî rûniştinê bû. Eymûr, flaşeke ku daxuyaniyên xwe yên berê û nivîsên xwe yên Aydinlikê tê de bi cih kiribû, da dadgehê. Parêzeran ji bo lêpirsînê muhlet xwestin.
Bersûcê girtî Hamît Yildirim got, "Ez ji alaya Tirkî hez dikim û birayê min şehîd xistin" û bi vî awayî xwest ku xwe mexdûr nîşan bide.
Piştî navberê, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê daxwaza guhdarîrkiina li lixwemikurhatiyê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan red kir. Her wiha qebûl nekir ku li Velî Kuçuk li salona dadgehê were guhdarîkirin.
Dadgehê red kir ku li Waliyê Berê yê OHAL'ê Unal Erkan, Parlamenter Sînan Yerlîkaya û Wezîra Karê Hundir a berê Meral Akşener were guhdarîkirin.
Dadgehê biryara berdewamiya rewşa girtîmayina Hamît Yildirim da û rûniştin taloqî 26'ê Îlonê kir.
Wekîlên HDP'ê Muslum Dogan, Aysel Tûglûk û Bûrcû Çelîk jî li dadgehê amade bû.