Ji bo 6 navên din jî lêpirsîna ‘Ozgur Gundemê’
Der heqê 6 navên din ku tevlî kampanya Ozgur Gundemê bibûn, lêpirsîn hate destpêkirin.
Der heqê 6 navên din ku tevlî kampanya Ozgur Gundemê bibûn, lêpirsîn hate destpêkirin.
Li ser piştevanên rojnameya Ozgur Gundemê zext dewam dikin. Der heqê rojnamevan Hasan Cemal, Saîd Sefa, Lîstikvan Denîz Turkalî, Pîrê Elewiyan Hasan Hayrî Şanli, Endama Desteya Rêveber a Meclîsê ya HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş û Dîcle Anter ku di çarçoveya “Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar” de rojekê wezîfeya gerînendetiya weşana giştî girtibûn ser xwe, bi îdîayên “propagandaya rêxistinê kirine” lêpirsîn hate destpêkirin.
Ji roja kampanyayê destpê kir ku 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye, 55 kesan piştevanî kirin, ji van jî der heqê 50 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Ji ber tevlî kampanyayê bibûn jî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Nivîskar Ahmet Nesîn û Rojnamevan Erol Onderoglû hatibûn girtin.