Quretiya Erdogan: Lêborîna ji Rûsyayê, peymana bi Îsraîlê

Desthilatariya AKP'ê ku li qada navneteweyî ji her alî ve dor lê hatiye girtin, di nava rojekê de li pêşberî sê welatan paş de gav avêt.

Rejîma Erdogan, bi Îsraîla ku weke Nazî û kujerê zarokan bi nav dikir peyman mor kir.

Ji ber xistina balafira Rûsyayê, ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn lêborîn xwest.

Halbûkî Erdogan û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû digotin Tirkiye mafdar e û wê ti carî lêborînê nexwaze.

Desthilatadriya AKP'ê ku serdana Wezîra Parastinê ya Elmanyayê ya ji bo Încîrlîkê asteng dikir, mîna ku qet astengiyeke bi vî rengî dernexistiye, serdana li baregehê qebûl kir.

Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Wezîra Parastinê ya Elmanyayê dikare bi hêsanî Încîrlîkê ziyaret bike, li pêşiya vê ti pirsgirêk nîne."

Lê eşkere nekir, eger ti pirsgirêk tine ye çima beriya niha asteng kir.

Ev hemû daxuyanî di 27'ê Hezîranê roja Duşemê de hatin dayîn.

Ev peyman û danûstandinên di bin navê normalkirina têkiliyan de hatin kirin, di heman demê de weke mikurhatina li têkçûna polîtîkaya derve ya durû tên nirxandin.

SPÛTNÎKÊ JI BO MIROVÊN HAYA WAN JI BÛYERÊ NÎNE, LÊBORÎNA TIRKAN NIVÎSAND

Servîsa Fransî ya ajansa nûçeyan a Spûtnîk a Rûs, ji bo mirovên qet haya xwe ji bûyerê nîne, gav bi gav pêvajoya lêborîna Tirkan bi nûçeyeke berfireh vegot.

Di nûçeyê de daxuyaniyên rayedarên Rûsya û Tirk hatin weşandin.

Hat ragihandin, ku Tirkiyeyê di destpêkê de digot ew ê lêborînê nexwaze, lê piştre lêborîn xwestiye.

PIRANIYA ÎSRAÎLIYAN LI DIJÎ PEYMANÊ NE

Peymana navbera Tirkiye û Îsraîlê jî, li Îsraîlê bi rengekî neyînî û bi hêrs hat pêşwazîkirin. Li gorî malpera nûçeyan I24News, li gorî anketeke li nava raya giştî ya di qenala televîzyonê 10 de hat weşandin, piraniya welatiyên Îsraîlî li dijî vê peyaman bi Tirkiyeyê re hatiye morkirin e.

Ji sedî 56 ê beşdarên anketê gotin, ew li dijî vê peymanê ne.

Ji Desteya Wezîran a hikûmetê jî dengê dijberiya vê peymanê hat bihîstin.

Tevî Wezîrê Parastinê Avîgdor Lîeberman, hin endamên Desteya Wezîran dan xuyakirin, ku ew ê di dengdanê de li dijî vê lihevkirina bi Tirkiyeyê re derkevin.

ŞÊNIYÊN GAZZEYÊ: PÊWÎSTIYA EM BI DILREHMIYA ERDOGAN NÎNE

Li gorî malpera nûçeyan a bi navê "Walla!", peyman ji aliyê Fîlîstîniyên li Şerîda Gazzeyê ve, bi kêfxweşî nehat pêşwazîkirin.

Medya Fîlîstînê, metna lihevkirinê bi gotina "şerm e" pênase kir.

Li gorî medya Fîlîstînê, heta ku dorpêçiya li ser Şerîda Gazzeyê dewam bike, ti peyman wê di jiyana rojane de rê li ber guhertinan veneke.

Şêniyekî Gazzeyê got, "Ne tenê xwarin û alîkariyê, em dixwazim bi rengekî azad tevbigerin. Pêwîstiya me bi dilrehmiya Erdogan nîne."

Li gorî malpera The Times Of Îsraîl, daxuyaniya Erdogan ku beriya niha gotibû, "Heta dorpêçiya li ser Gazzeyê neyê rakirin, têkiliyên bi Îsraîlê re normal nabe" bibîr xist.

Dûre, bêyî dorpêçî were rakirin bi Netanyahû re li hev kir.

Malpera Îsraîlî ragihand, daxuyaniya Tirkan a li ser şandina keştiya alîkariyê ya ji bendergeha Ashdodê, ji bilî reklamê ne tiştek e û manîpulasyon e.

Li gorî malperê, keştiyên alîkariyê yên ji bo Gazzeyê diçin, her roj digihêjin hedefa xwe.

Tirkiye, di mijara Hamasê de jî neçar ma paş de gav bavêje.

Medya Fîlîstînê, di mijara Hamasê de Erdogan şiband pilingekî heneko.

Ajansa nûçeyan Maan ragihand, peyman ne tiştekî barê Gazzeyê sivik bike, ye.

Ji rêveberên Hamasê yên li sirgûnê Ûsame Hamdan bi rêya malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek weşand û bi rengekî vekirî li dijî peymanê derket.

Hamdan got, "Me ev peyman erê nekirine" û diyar kir, ev yek pirsgirêkeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye.

THE TIMES OF ISRAEL: ERDOGAN HAMAS FIROT, DORPÊÇÎ DEWAM DIKE

The Times Of Îsrael jî rewşê bi vî rengî kurteber dike:

"Enqereyê Hamas firot. Dorpêçî hînê dewam dike. Ne balafirgehek ne jî bendergehek heye. Belê, ji bo Gazzeyê feydeya xwe heye, mîna santraleke elektrîkê yan jî çêkirina nexweşxaneyeke nû. Lê belê, biryara vê yekê dikarîbû beriya peymana asayîkirina têkiliyan jî bihata dayîn."