ROJANE
Hemû Nûçe
-
Yên ku koçkiribûn vegeriyan Celewlayê
Yek ji herêma ku yekem ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê hate rizgarkirin Celewla bû, vegera ji bo navçeyê dewam dikin. 8 hezar malbatên ku ji ber talan û şer ji neçarî malên xwe terikandibûn vegeriyan bajêr. -
Li Elmanya,Fransa û Hollandayê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê hatin bîranîn
Li bajarên Elmanya Goppîngen, Bîelefeld, Kîel û li bajarê Fransa Strasboûrgê, rewşenbîr û hunermendên di komkujiya li Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
Çalakiyên li Zurîch û Frankfûrtê bi mîtîngan qediyan
Çalakiyên konê agahdarkirinê yên li Zurîch û Frankfûrtê hatin lidarxistin, bi mîtîngan bi dawî bûn. -
Ji endamên Ciwanên Azad li Londonê çalakiya protestoyî
Li paytexta Îngilîstan Londonê, endamên ciwanên azad, êrîş û dijberiya hikûmeta Elman a li hemberî Kurdan, li ber Sefaretxaneyên Bilind ên Elmanya û Tirkiyeyê şermezar kirin. -
Şehîdên Minbicê li Marsîlya û Bernê hatin bîranîn
Sevda Çagdaş, Eylem Ataş û Bêrîvan Dînç ên di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de şehîd ketin, li bajarê Swîsre Bernê û li bajarê Fransa Marsîlyayê hatin bîranîn. -
Zîlan li Kîel, Sydney û Stockholmê hat bîranîn
Di salvegera 20. a çalakiya fedayî de Zîlan (Zeynep Kinaci) li Stockholm, Kîel û Sydneyê hat bîranîn. -
Ji HDK-Ewropayê kampanya li dijî YE û Tirkiyeyê
HDK-Ewropa, li dijî peymana navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê, dest bi kampanyayekê dike. Kampanya wê sibe li paytext Berlînê bi civîneke çapameniyê destpê bike. -
Ji bo azadiya Ocalan li Nantes û Lorîentê kon hatin veda
Li bajarên Nantes û Lorîent ên li rojavayê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Di çalakiyan de kesên di Komkujiya Sêwasê de hatin qetlkirin, hatin bîranîn. -
24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî roja 3'ê Îlonê pêk tê
24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 3'ê Îlona 2016'an de pêk were. Festîval wê li Rheîn Enegerîe Stadîon a li bajarê Elmanya Kolnê were lidarxistin. -
Endamên Ciwanên Azad ji bo azadiya Ocalan li Hambûrgê meşiyan
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. -
Ji Edene û Mersînê peyama ‘Licê ne bêxwediye’
Gel ê li Edene û Mersînê operasyon û qetlîamên ku li Licê dewam dikin şermezar kirin, gotin: “Licê ne bêxwedî ye.” -
Polîsên Tirk çalakiya ji bo Licê asteng kirin
Çalakiya ku wê ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê, Koordînasyona HDK’ê ya Stenbolê û KJA’yê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo Licê bihatiba lidarxistin ji aliyê polîsan hate astengkirin. -
Erdogan hewl dide helbesta Bohmermann bi temamî qedexe bike
Dîktatorê Qesrê Erdogan dest ji hewldanên xwe yên bêdengkirina çapemenî û hunermendên li Elmanyayê bernade. -
Daxwaza ‘’ji bo Pirsûsê edalet’’ gihaşt Elmanya
AvEG-Kon, endamên SKB û Young Strugle di nav çarçoveya kampanyaya, ‘’Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet’’ ku beriya salvegera komkujiya Pirsûsê hatî destpêkirin, li Kolnê çalakî pêk anîn û xwestin ku berpirs werin darizandin. -
Li Romayê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
Li Romayê ji bo azadiya Ocalan stand hate vekirin. -
Li Bukreşê civîna gel: Piştgirî û berxwedanê mezin bikin
Hevserokê KONGRA-Gel Remzî Kartal ji bo civîna gel a li Bukreşê peyamek şand, banga mezinkirina piştgirî û berxwedanê kir. -
Li Laheyê Elmanya û Tirkiye hatin protestokirin
Li bajarê Lahey ê Hollanda, girtinên Kurd ên li Elmanyayê û qetlîamên Tirkiyeyê hatin protestokirin. -
Dozgeriya Tirk ferman da ku Yuksekdag bi zorê bînin îfadeyê
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ferman da, ku bi zorê Yuksekdag bînin îfadeyê. -
KCDK-E ji bo Licê banga xwedîlêderketinê kir
KCDK-E'yê ji bo Licê, ku êrîşên komkuj li ser hene banga lêxwedîderketinê kir. -
Li Elmanya û Danîmarkayê çalakiyên konvedanê
Li Ewropayê, çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê dewam dikin. -
Li Dragûîgnanê merasîma ji bo bîranîna şehîdan
Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, ji bo şehîdên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. -
Aydogdû: Ozgur Gundem yek ji wan saziyên kêmpeyda ye ku rasteqîniyan dide
Gulîstan Aydogdû ku îro rêveberiya weşanê ya nobedar a Ozgur Gundemê dewr girt rexne li polîtîkayên dîktatoriyê yên AKP’ê anî û got, "Ev tim Hîtler bi bîr tînin." -
KCDK-E: Kurd, Elewî û demokrat wê çokê neşkînin
KCDK-E têkildarî salvegera 23. a komkujiya Sêwasê daxuyaniyek da û tê de hate gotin, "Ne Kurd, ne Elewî û ne jî demokrat û şoreşgerên Tirkiyeyî li pêşberî we ti caran çok dananîne û wê daneynin." -
Bi hezaran kes li Sêwasê ji bo bîranîna qurbaniyan li hev civiyan
Bi hezaran kes, ji bo bîranîna 33 canên di komkujiya Sêwasê de hatin qetilkirin, li hev civiyan. Girseya gel diyar kir, komkujî jî ji aliyê desthilatdariya siyasî ve îro jî tê meşandin û li dijî van komkujiyan işaret bi girîngiya rêxistinbûyînê kir. -
'Ewropa hevparê sûcê li Sûrê hatiye kirin e'
Parlamenterê SP ê Kantona Basel a Swîsreyê Mûstafa Atici bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk li navçeya Amed Sûrê kir û got, Ewropa bi bêdengiya xwe ve bû hevparê vê polîtîkayê.