Ji HDK-Ewropayê kampanya li dijî YE û Tirkiyeyê
HDK-Ewropa, li dijî peymana navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê, dest bi kampanyayekê dike. Kampanya wê sibe li paytext Berlînê bi civîneke çapameniyê destpê bike.
HDK-Ewropa, li dijî peymana navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê, dest bi kampanyayekê dike. Kampanya wê sibe li paytext Berlînê bi civîneke çapameniyê destpê bike.
Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-Ewropa) li dijî peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê, ku di gelek mijaran de li hev kirine û ji bo parastina mafên mirovan, demokrasî, aştî û hemû nirxên demokratîk dest bi kampanyayê dike.
Kampanya wê li tevahiya welatên Ewropayê, bi taybetî li Elmanyayê bê meşandin. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl û şexsiyet destekê didin vê kampanyayê. Kampanya wê sibe li paytexta Elmanya Berlînê bi civîneke çapemeniyê destpê bike. Hevberdevka HDK'ê Gulîsta Kiliç Koçyîgît, li ser navê Hewldana HDK-Ewropa Aleks Kalk, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl wê tevlî vê civînê bibin.
'TIRKIYE Û YEKÎTIYA EWROPA NABE BIBIN HEVKAR'
Di daxuyaniya HDK-Ewropa de hat ragihandin, di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de peymaneke qirêj a li hemberî mafên mirovan, demokrasî û aştiyê hatiye morkirin û hat gotin, "Peymana navbera Yekîtiya Ewropa û rejîma Erdogan, li dijî hemû nirxên demokratîk e. Girîng e ev nirx bên parastin. Lewma divê li dijî peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê bê derketin."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, "Tirkiye bi sîstemeke otorîter tê birêvebirin û hat gotin, "AKP a mûxafazakar a Erdogan, ji ber ku di hilbijartinên par de giraniya serdest a dengan bi dest nexist, xetere heye welêt ber bi dîktatoriyê ve dehf bide. Rejîm di bin navê sîstema serokatiyê de welêt ber bi vî alî ve dibe. Hikûmet li dijî gelê xwe şer dike. Artêş navçeyên li herêmên Kurdan dişewitîne, xera dike, bi sedan sivîlan qetil dike, bi sed hezaran neçarî koçberiyê dihêle. Nikare xwe li kesên vê polîtîkayê rexne dikin rabigire û wan weke terorîst îlan dike. Bi rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê re, ku piraniya endamên wê ji gelek neteweyan û pêşverû ne, dengê 6 mîlyon hilbijêran tine hatine hesibandin. Welat di bin hikmê krîmînalbûyîn û şîdeta leşkerî de ye. Welatekî bi vî rengî, nabe ji Ewropayê re bibe hevkar."