BI DÎMEN

Li Zurîch û Den Haagê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê, çalakiyên kon ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, dewam dikin.

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê, çalakiyên kon ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, dewam dikin.

ZURÎCH

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê nobedê hat vedan. Kon ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DEM-KURD) û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan ve li meydana Staûffacherê hat vedan. Çalakger li vê derê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şerê qirêj ê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne û binpêkirinên mafên mirovan, belavokan belav dikin.

Çalakiya ku her roj saet di navbera 15:00-21:00 de tê lidarxistin wê di 2'ê Tîrmehê roja Şemiyê de bi meş û mîtîngekê biqede. Komîteya Amadekar a çalakiyê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Zurîchê dijîn kir, ji bo beşdarî çalakiyê bibin.

DEN HAAG

Çalakiya konk a li Den Haagê jî, ji aliyê nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tê meşandin. Di çalakiyê de şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş a li Minbicê şehîd ket, hat bîranîn.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin beldakirin û der barê tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike de agahî ji mirovên li derdorê de hat dayîn.

...