Kurdên li Atînayê: Ji bo azadiya Ocalan em ê çalakiyên xwe bidomînin
Li Atînayê çalakiya ku ji bo azadiya fizikî ya Ocalan dewam dikir, bi mîtîngekê bi dawî bû. Hate gotin ku çalakî wê bidomin.
Li Atînayê çalakiya ku ji bo azadiya fizikî ya Ocalan dewam dikir, bi mîtîngekê bi dawî bû. Hate gotin ku çalakî wê bidomin.
Paralelî çalakiya nobedê ya li Strasbourgê çalakiya kondanînê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê di roja sêyê de bi mîtîngekê bi dawî bû.
Ciwanên Kurd êlekên li ser wan wêneyê Rêberê Gelê Kurd Ocalan hebûn li xwe kirin, belavok belav kirin û parastina Atînayê ya bi Yewnanî ya Ocalan diyarî serdanvanan kirin.
Ciwanan li meydana turîstîk a Sîgtagmayê belavokên bi Îngilizî li turîstan belav kirin û ji bo azadiya Ocalan piştevanî xwestin.
Di roja dawî ya çalakiya kondanînê de mîting û xebata stantê ya Meydana Sîndagmayê ya li pêşiya Parlamenta Yewnan heya 23:00’an berdewam kir.
'ÇALAKÎ WÊ BERDEWAM BIN'
Serokê Naveda Civaka Kurd a Demokratîk a Yewnanîstan Bahattîn Kobanê di daxuyaniyê de wiha got: "Îşev em çalakiya xwe kondanînê ya ji bo Rêber Apo hatibû danîn bi dawî dikin. Lê meha Tîrmehê em ê tevlî festîvalên li Atînayê bibin û kampanyaya xwe bi vî awayî dewam bikin. Her wekî din çalakiya meşa sê rojî ku plansaziya wê me kiriye, bi mîtîng û meşan azadiya Rêbertiyê, wê ji bo Kurdên Atînayê tişta herî girîng be."
Çalakî bi dirûşmên Kurdistaniyan ên wekî, ‘’ "Bîjî Serok Apo", "Lefteria Ocalan", "Bi can bi xwîn em te re ne ey Serok" bi dawî bû.