Hejmara miriyên ji ber êrîşa li Stenbolê zêde dibe

Walîtiyê got, di êrîşa çekdarî û teqîna li Stenbolê de hejmara kesên mirin gihaşte 41'ê. Hin jêderkên din jî dibêjin hejmar gihaştiye 43'an.

Walîtiya Stenbolê eşkere kir, di êrîşa duh bi şev a li Balafirgeha Ataturkê de 41 kes mirin e û 239 kes jî birîndar bûne.

Walîtiyê diyar kir, 109 kesên ku birîndar bûbûn ji nexweşxaneyê hatine derxistin û got, "Nasnameya 37 kesên hatine kuştin kifş bû, 10 ji van biyanî ne û 3 jê jî cot- welatî ne.

DI MEDYAYA CIVAKÎ DE LÎSTEYA BERFIREH

Di medaya civakî de lîsteyeke bi navê "’Balafirgeha Ataturkê, Êrîşa Terorîstî" hate weşandn. Di vê lîsteyê de ku kes pê nizane ji hêla kîjan kê ve hatiye çêkirin, agihiyên berfireh hene.

Li gorî vê lîsteyê ku tê de serenavên, "Hejmara Cenazeyan", "Cenaze No", "Nav Paşnav", "Nîjat" û "Rewşa Teslîmê" ku nîşan dide bê cenaze hatiye teslîmkirin yan na, 43 kes mirine û ji van nasnameya 36 kesan kifş bûne. Ji nav van kesên nasnameyên wan kifş bûne yên biyanî jî hene. Kesên jiyana xwe ji dest dane; 5 jê di heman demê de xwedî nasnameya Komara Tirkiyê, Tûnis, Ozbekîstan, Erebîstana Siûdî, Urdun, Iraq, Îran, Tirkîstana Rojhilat in.

Cenazeyên 4 kesên nasnameya wan kifş nebû jî, li gorî lîsteyê yek jê zilam û yek jê jî jin e û yê din zarokekî 15-16 salî ye.

Di lîsteyê de parçeyên bedena 3 kesan hate ditin ku nasnameya wan hê kifş nebûye.

Hê zelal nebûye bê ka di nav wan de 3 xwekujên bombeyên zindî hene yan na.