NÛ BÛ

Li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê 2 teqînên cuda pêk hatin

Li Termînala Xetên Derve ya Balafirgeha Ataturk a Stenbolê, li 2 nuqteyan 2 teqînên cuda pêk hatin. Hate ragihandin ku di teqînê de herî kêm 10 kes mirine û kêmahî 50 kes birîndar bûne.

Hate ragihandin ku li beşa Xetên Derve ya Balafirgehê destpêkê dengê çekan hatine bihîstin, piştre jî 2 teqînên cuda pêk hatine. Tê îdîakirin ku sedema teqînê bombeyên zindî ne.

Çavkaniyên Tirkan diyar dikin ku êrîşkaran bi ser girseya li cîhaza X-rayê gule reşandine, bi bombeyên dest êrîş kirine û piştre jî bombeyên li ser xwe teqandine. Têkîldarî pêkhatina êrîşê hê jî şik û guman didomin.

Tê gotin ku dema teqînan Termînala Xetên Derve gelekî qelebalix bûn û ev girse di hundir de asê maye.

Wezîrê Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag piştî teqînê li ser navê hikûmeta AKP’ê daxuyaniya destpêkê da, got di 2 teqînan de ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê pêk hatin, 10 kes mirine. Li gor Bozdag herî kêm 20 kes jî birîndar in.

Şahidên li balafirgehê jî îfade dikin ku hejmara miriyan zêdetir e.