Li balafirgeha Ataturkê sê êrîşên xwekujî

Li Balafirgeha Ataturk a li Stenbolê, di encama sê êrîşên xwekujî de herî kêm 36 kes mirin, 147 jî birîndar bûn.

Duh êvarê saet di 22:00 de, li Termînala Xetên Derve ya Balafirgeha Ataturkê de 2 teqînên mezin rû dan. Yek ji êrîşkaran cihê chech-in ê rêwiyan, yê din jî deriyê bingehîn hedef girtin. Êrîşkarê sêyemîn jî gule berda derdorê. Polîsan gule berdan êrîşkarê sêyemîn û ev êrîşkarê birîndar bû piştre bombeyên li ser xwe teqand.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim, di êrîşên li balafirgehê de herî kêm 36 kes mirin e, 147 jî birîndar bûne.

Tê gotin rewşa hin ji birîndaran giran e û fikar hene, hejmara miriyan zêde bibe.

Ajansa Nûçeyan a AP a Navneteweyî agahiyên xwe spart rayedarekî Tirk û diyar kir, herî kêm 50 kes mirin e. Ev agahî hê ji aliyê çavkaniyên fermî ve nehatiye piştrastkirin.

Cenazeyên 21 kesên di êrîşê de mirin, anîn Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê.