Artêşa Sûriyeya Nû li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi operasyonê kir

Artêşa Sûriyeya Nû, li Bokemal a ser bi Dêra Zorê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi operasyonê kir.

Endamên Artêşa Sûriyeya Nû ya di Mijdara 2015'an de hat ragihandin, piştî ku li kampên koalisyona navneteweyî yên li Urdunê hatin perwerdekirin, wê li Dêra Zor û Hûmsê derkevin operasyonan.

Hat ragihandin, armanca vê artêşa nû paqijkirina axa Sûriye û Iraqê ji çeteyên DAIŞ'ê ye. Operasyona destpêkê ya vê hêzê, ji bo birîna rêya çeteyan a navbera Sûriye û Iraqê, li herêmên Bokemal û El Tinef ên Dêra Zor, destpê kir.

Balafirên koalîsyona navneteweyî jî wê piştgiriyê bidin operasyonên bejahî yên vê hêzê.

Artêşa Sûriyeya Nû duh bi daxuyaniyekê ji şêniyên herêmê xwest, xwe ji herêmên şer vegirin.