Odeya Doktoran: Otopsiya 40 kesî hate kirin

Odeya Doktoran Stenbolê diyar kir, otopsiya 40 kesî ku di êrîşa duh de jiyana xwe ji dest dan hate kirin û dermankirina 150 kesî jî berdewam dike.

Lijneya Rêveber a Odeya Doktoran a Stenbolê der heqê êrîşa bi ser Balafirgeha Ataturkê de daxuyaniyeke nivîskî da û got, jiyana li Tirkiyê êdî bi rasthatinan maye. Hate diyarkirin, rêveberên welatê ku bi komkuıjiyan tê bibîranîn, ne xwe ji van komkujiyan berpirsyar dibinin ne jî kesek ji wan pêdivî pê dibîne ku dest ji kar berde.

Di daxuyaniyê de ji ber ku piştî her komkujiyê qedexeyên weşanê têne danîn û medyaya civakî tê astengkirin bertek hate nîşandan û wiha pê de çû, ‘’ Em red dikin ku rûyê miriyên xwe, navê wan ji bîr bikin û bêhîs, hînî xwînê û komkujiyê bibin û bi şerma ‘’îro jî me qedand’’ em bijîn. Bi polîtîkayên şer ji kesên ku welat anîne vê rewşê em hesap dipirsin û em ê bipirsin. Em dîsa radigihînin: Em ê vî welatî, zarokên xwe, siberoja ciwanên xwe, siberoja xwe û jiyana xwe nekin goriyê berjwendiyên bazirganên şer. Em ê jiyana xwe ji dest wan bistînin. Heya ku welatê me bibe cihekî wiha ku bi aştî û ewlekariyê tijî ye em ê têbikoşin.”

Agahiyên nasnameyan ku nûnerên nexweşxaneyan radestî wan kiribûn jî di daxuyaniyê de cih girtin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hate diyarkirin ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bakirkoya Sadî Konukê 38 birîndar hene û rewşa 2’yan jê giran e; li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bagcilarê 12 birîndar hene û rewşa 3’yan jê giran in, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdehiyê ya Hasekiyê 13 birîndar 4 jê giran in; li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Samatyayê 6 birîndar 1 jê giran e, li Faukletaya Tibê ya Cerrahpaşayê 1 birîndar, li Nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman ya Lêkolîn û Perwerdehiyê 9 birîndar, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Şişlî Etfalê 6 birîndar û ya li Okmeydaniyê 6 birîndar û li ya Fakulteya Tibê ya Stenbolê jî 8 birîndar hene û rewşa 5’an ji van giran e.

Dîsa hate gotin li Saziya Tiba Edlî otopsiya 40 kesî qediyaye.