Li paytexta Fransa Parîsê, ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de di encama êrîşeke çekdarî de bi xwînxwarî hatibûn qetilkirin. Dosya lêpirsînê ya li ser komkujiyê di Gulana 2015'an de qediya bû û biryar hatibû dayîn doz di 5-16'ê Kanûna 2016'an de destpê bike.
Bi taybetî bala Kurdên li dîasporayê dijîn, li doza di meha Kanûnê de destpê bikira bû. Lê belê di 27'ê Hezîranê de rewşeke cuda derket holê. Li gorî nûçeya nûçegihana Yenî Ozgur Polîtîkayê Selma Akkaya, heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Taybet, ji parêzeran re ragihandiye, ku doz hatiye taloqkirin.
DAXUYANÎ JI PARÊZERAN RE NEHAT DAYÎN
Li ser dema destpêkirina dozê, ti daxuyanî ji parêzerên malbatan re nehat dayîn. Parêzerên malbatên her sê şoreşgeran li dijî taloqkirina dema destpêkirina dozê derketin û gotin, "Pêwîste dadgeh li ser sedema taloqkirinê agahiyê bide parêzeran."
Heyeta dadgehê jî bersiva "Em ne neçar in daxuyaniyê bidin we" da. Parêzerên malbatan ev biryar weke biryareke siyasî nirxandin. Parêzeran diyar kirin, ew ê îtirazên xwe yên li hemberî biryarê bidomînin û tê payîn bi serokê dadgehê re hevdîtinê bikin.
DAXWAZA BERDANÊ HATIBÛ REDKIRIN
Çend hefte berê, bersûc Omer Guney serî li dadgehê dabû û bi 'hinceta tenduristiyê' xwestibû bê berdan. Dadgehê jî ji ber rîska revê ev daxwaz red kiribû û bi sedema ku tenduristiya wî rê dide li girtîgehê bimîne û ji ber dozek derb li wijdanê civakê xistiye, biryar da li girtîgehê bimîne.
Piştî biryareke bi vî rengî, taloqkirina destpêkirina dozê ji aliyê dadgeriya Fransayê ve, rewşeke manîdar e. Di rojên pêş de wê encamên hevdîtina parêzeran a bi serokê dadgehê re derkeve holê. Lê belê xuya ye, ev biryara dadgehê bi temamî siyasî ye.