Ji bo PE banga ‘Skoçya bi tenê nehêlin’

Piştî referandûma Brîtanyayê ku biryara ji YE derketinê hate erêkirin, têkîldarî serxwebûna Skoçyayê jî nîqaş zêde dibin.

Ji nûnerên Skoçya yê li PE Alyn Smîth ev bang kir: “Divê Ewropa, Skoçya bi tenê nehêle.”

Smîth duh êvarî di rûniştinên Parlamentoya Ewropa (PE) de ku li Brukselê hate lidarxistin, axivî, bi bîr xist ku li gel Bakurê Îrlandayê û Londonê, Skoçyayê jî ji bo di yekîtiyê de bimînin dengê xwe bi kar anîne.

Smîth ê ku endamê Partiya Neteweyî ya Skoçya (SNP) ye û alîgirê serxwebûnê ye, destnîşan kir ku dixwaze welatê wan di qada navneteweyî de wek hevkar, havîrdorparêz û Ewropayî bimîne. Smîth got Skoçya dixwaze di YE de ku wek ‘malbata netewan’ bi nav dike, bimîne, xwest ku di muzekereyan de ev li ber çavan bê girtin.

Smîth, herî dawî ev bang kir: “Skoçya ti carî we bi tenê nehişt. Ji kerema xwe re hûn jî Skoçya bi tenê nehêlin.”

Di referandûma sala 2014’an de ku ji bo qutbûyina ji Brîtanyayê bû, ji sedî 45’ê gel ji bo serxwebûnê deng bi kar anîbû. Lê, piştî Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa veqetiya, di referandûmekê de tê texmînkirin ku piraniya Skoçiyan ji bo serxwebûnê dengê xwe bi kar bînin.

...