HDP: AKP berpirsyarê êrîşê ye
HDP'ê komkujiya li Stenbolê şermezar kir û got, "Di rûdana van êrîşan de, berpirsyariya hikûmetên destekê didin êrîşkaran zêde ye."
HDP'ê komkujiya li Stenbolê şermezar kir û got, "Di rûdana van êrîşan de, berpirsyariya hikûmetên destekê didin êrîşkaran zêde ye."
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag daxuyaniyek dan û komkujiya li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama vê êrîşa li dijî mirovahiyê de mixabin 36 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, 147 welatiyên me jî birîndar bûn. Em dibêjin; bila rehma Xwedê li mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane be, serê malbat û xizmên wan sax be. Xwedê şîfa xêrê bide birîndaran. Tevî hemû civakê em vê êşa mezin parve dikin. Em êrîşên terorê yên dijminahiya mirovahiyê, ku welatiyên sivîl hedef digirin bi tundî şermezar dikin."
'LI DIJÎ DAIŞ'Ê PÊWÎSTÎ BI HÎN BÊHTIR TÊKOŞÎN Û PIŞTGIRIYÊ HEYE'
Hevserokên HDP'ê gotin, "Em bi xemgînî encamên giran ên van êrîşên giran ên rêxistinbûyînên mîna DAIŞ'ê, ku sînoran nas nakin, dibînin" û wiha dewam kirin:
"Li dijî DAIŞ a ku ji Beyrûdê heta Reyhanliyê, ji Pirsûsê heta Parîsê, ji Bexdayê heta Kobanê, ji Tûnisê heta Brukselê, ji Enqereyê heta Stenbolê, ji Iraqê heta Sûriyeyê sûcên li dijî mirovahiyê dike, pêwîstî bi hîn bêhtir têkoşîn û piştgiriyê heye.
Eger ev êrîş bi vî rengî bi hêsanî tên kirin, hingî di vir de berpirsyariya hikûmetên destekê didin van, mezin e. Zîhniyeteke ku polîtîkaya xwe ya derve li ser destekkirina çeteyên barbar daye rûniştindin û hînê pirsa 'Çima El Nûsra terorîst tê dîtin?' dipirse, berpirsyarê van êrîşên îro ne.
Berdêla giran a polîtîkaya derve ya şaş û têkiliyên şaş ên bi çeteyên barbar re tên danîn, mixabin welatiyên me didin. Encamên desteka lojîstîk û alîkariya çekan a ku Sûriye kir welatekî lê neyê jiyîn, îro gefê li mafê jiyanê yê hemû welatiyên me dixwe.
Desthilatariya siyasî ya ku polîtîkaya xwe ya derve fiyasko ye û rêveberên vê desthilatdariyê, bêyî ku li ber xwe bikevin hê li ser kursiya desthilatdariyê rûdinên. Bi rengekî ecêb em lê temaşe dikin, ku ev hêz ji bo pêkanîna rêveberiya 'yek şexsî' di nava hewldanan de ne."
'JI AKP'Ê ARAMÎ NAYÊ'
Demîrtaş û Yuksekdag dan xuyakirin, desthilatdariya neyî nikare aramî û îstiqrarê bîne Tirkiyeyê û got, "Zîhniyeteke ku têkiliyên xwe yên li welêt û derveyî welatê ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe li ser alozî û şer daye rûniştandin, radibe qala aramî û îstiqrarê dike. Ti hikmê van îdîayên desthilatdariyê nîne. Pêwîste li Tirkiyeyê jî êdî rastiya ji aliyê cîhana derve ve tê dîtin, bê dîtin. Ev yek wê bibe gava destpêkê ya sekinandina vê rêveçûnê."