CÎK: Xwedî derketina li Şêx Seîd bi dijberbûna dewletê pêkan e

CÎK'ê diyar kir, ji bo ku mirov li Şex Seîd û hevalên wî xwedî derbikeve divê mirov mil bide têkoşerên ku li dijî vê dewleta zilmê şer dikin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi mebesta darvebûna Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "Bi şehadeta xwe, bi serwextbûna heqîqeta Îslamî û helwesta xwe ya jiyanî ji bawermendan re, ji yên ku têne çewisandin re û ji mezlûmên ku heqê wan ji dest wan hatiye standin û derkiriyan re bûye ronahî."

Di daxuyaniyê de hate gotin, Şêx Seîd û hevalên wî li Erzîromê xwe bi rêxistin kirine, Çewlik û derdora wê ji xwe re kirine paytexta tevgerê û Elezîz ji destê Kemalîzmê azad kirine.

'ÇETE BIRÊXISTIN KIRIN'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Li van deran dewleta ceberût peymanên eşkere û xef kirine, li van deverên ku hema bibêje qet Tirk lê nîn in nîjadperestiya Tirk çalak kiriye. Ev avaniya ku ji Kurdên ji esl û fesla xwe dûr ketî hatî pêk anîn, di demeke kurt de deşîfre bûye, pêşengên Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji van bajaran derketine. Li gorî vê dewleta zilm li van bajaran bi senteza Îslama Tirk ku bi  nav û şiklê xwe Îslam lê bi eslê xwe nîjadperestiya Tirk e li qadê derketiye holê. Ku mirov dêhn û bala xwe bidiyê li van bajaran hemû cemetên Îslamî û sazî hene. Ev rêxistinbûyinên ku dewleta Tirk li van deran ava kirine herî pir li van deveran xwe bi rêxistin dikin; çûnûhata milîtanan ji Afganîstanê ber bi Bosna Hersekê û ji wir jî ji DAIŞ û Hîzbulkontrayê ji van deveran pêk tê."

Di daxuyaniyê de cih ji van gotinên dawî yên Şêx Seîd re hate dayin: "Ez hatim dawiya jiyana xwe ya li vê dinyayê. Ez qet ne poşman im ku di ber miletê xwe re şehîd ketim. Bes bila neviyên me li hemberî dijmin me fihêtkar dernexînin. Guh nede gotinên şîrîn ên dijmin, di nav hingiv de dibe ku jehr hebe."

'LI HEMBERÎ DEWLETA ZILM, DIVÊ EM BI WAN RE MIL BI MIL BIN'

CÎK’ê di daxuyaniya xwe de rê da gotinên şexsên ku hatine îdamkirin û herî dawî got, "29’ê Hezîranê dîsa heman roj e ku ji bo rêzdar Abdullah Ocalan jî biryara darvekirinê hatibû dayin. Ji bo vê dewletê talokeya  herî mezin ew e ku Kurd heqên xwe yên millî bi dest bixin û xêza rast a Îslamê bi pêş bixînin. Astengkirina vê dewleta qure û zordest û vê zilma ku ewqasî bi hovîtî berdewam dike, şertên pêkanîna aştî, azadî û biratiyê ew e ku millet ji xefletê were hişyarkirin û mirov hay ji îxanetê ya li hemberî bav û kalan û zarokan hatî kirin hebe.

Girêdayîbûna bi bîranîna Şêx û hemû şehîdan ne cihgirtina li cem dewletê ye, berevajî, ew e ku divê mirov li cem wan şervanan be ku li dijî vê dewletê şer dikin."