ROJANE
Remzî Kartal bi bîr xist ku ji 24'ê Gulanê ve hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin, dibe ku ev astengî ji ber lihevnekirina li ser qanûna çarçoveyê be û got, "Qanûn eger bêyî nêrîna Rêber Apo û Tevgerê bê amadekirin, dibe ku pêvajoyê mirî jidayik bike."
Helbestvan Ahmet Tellî yê li Enqereyê koça dawî kir, bi merasîmekê ber bi Goristana Karşiyakayê hate oxirkirin ku lê bê veşartin. Di bîranînê de helbestên Tellî hate xwendin û qala wêje û têkoşîna wî hate kirin.
Hevserokê Giştî yê OHD'ê parêzer Serhat Çakmak anî ziman ku merasîma şewitandina çekan destpêka demeke nû ye û got, ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê di serî de qanûna çarçoveyê divê garantiyên hiqûqî tavilê bêne afirandin.
Rojnamevan Tugçe Tatarî, anî ziman ku merasîma şewitandina çekan a li Casenê, wekî destpêka serdemeke nû ye û got ku ji bo ev pêvajo bibe aştiyeke mayînde, divê dewlet gavên qanûnî bavêje û deriyên diyalogê ji bo her kesî vebike.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna dawî ya li Mûşê de axivî û bertek nîşanî nehiştina hevdîtinan a 40 rojan a li Îmraliyê da û got: “Parlamento ji bo qanûnên çarçoveyê li benda çi disekine?”
Hemû Nûçe
-
Ebdullah: Em ê dest ji destketiyên xwe bernedin
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah li civîna gel a li bajarê Arnhemê axivî û destnîşan kir, ku Kurd wê xwe ji ti herêmên Rojava venekişînin. Ebdullah got, "Em ê dest ji destketiyên xwe bernedin."
-
-
Li Ewropayê bîranîna şehîdan
Kurdistanî û dostên wan, li hin navendên Ewropayê kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
-
TUC: Em piştgiriyê didin gelê Kurd
Mezintirîn tevgera kedê ya Brîtanyayê TUC, biryar da ku bi rengekî çalak piştgiriyê bide gelê Kurd. TUC, ku beriya niha ji bo Mandela kampanya meşandibû, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike, divê Ocalan azad be.
-
KCDK-E banga lidarxistina çalakiyan kir
KCDK-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji 19 heta 23'ê Îlonê her êvarê saet di 19:00 de bi dirûşma "Em xwedî li şaredariyên xwe derkevin" çalakiyan li dar bixin.
-
-
Yilmaz Guney li ser gora xwe hat bîranîn
Hunermendê şoreşger Yilmaz Guney ê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, di 32. salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê rêxistinên girseyî ve hat bîranîn.
-
-
-
Yuksekdag: Li pêşberî me dewleta hiqûqê nîne
Yuksekdag anî ziman ku alîkarê Hevserokê HDP’ê Alp Altinors di encama komployekî siyasî de hate girtin û wiha got: “Êdî li pêşberî me dewleta hiqûqê nîne. Mekanîzmayekî ya darazê ya ku desthildatdar xwe lê radigire, Tirkiyeyê bi rêve dibe.
-
Sarilyildiz: Em pir nêzî azadiyê ne
Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di 1.Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ya ya li Awûstûrya axivî û got, bi berxwedana gel hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Li Melboûrne faşîzma AKP'ê hate şermezarkirin
Li Melboûrneyê Kurdistanî û dostên wan bi mîtîngekê faşîzma AKP'ê şermezar kirin. Di çalakiyê de li ser navê KNK'ê Mahmût Kahraman got, ''Erdogan bi avakirina rejîmeke dîktator dixwaze şehînşahiya tirsê ava bike.''
-