Tecrîd li Toûloûse û Offenbûrgê hat şermezarkirin

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê û li bajarê Offenbûrg ê Elmanyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê û li bajarê Offenbûrg ê Elmanyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Kurdistanî li Meydana Capîtolê li hev civiyan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên li Bakurê şermezar kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê û şoreşa cîhanê, girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" ber bi meydana Wîlson û Jean Jaûres meşiyan. Di axaftinên li qada mîtîngê de bang li her kesî hat kirin, ku li dijî tecrîdê û qeyûm dakevin qadan.

OFFENBÛRG

Li bajarê Offenbûrg ê Elmanyayê, ciwanên Kurd tevî rêxistineke çep a Elman standek vekirin û li ser Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinê ya Kurd û bazirganiya çekan a dewleta Elman agahî dan. Di çalakiyê de pêşangehek wêneyan li ser şoreşa Rojava hat nîşandan. Ciwanan her wiha li dijî qedexeya li ser PKK'ê û ji bo destekkirina Şoreşa Rojava li gelek cihên bajêr stîcker û afîş daliqandin.

...