ROJANE
Hemû Nûçe
-
Medîco: Leşkerên Tirk dest datînin ser malzemeyan û li ser navê xwe belav dikin
Xebatkarê Medîco Înternatîonal Thomas Seîbert da xuyakirin, ku leşkerên Tirk malzemeyên alîkariyê yên desteser kirine, di bi navê 'alîkariya leşkeriyê' de belav dikin. -
Nûnerên civaka Kurd a li Danîmarkayê bi Rêxistina Efûyê re rûniştin
Heyetek ji nûnerên saziyên Kurd ên li Danîmarkayê, bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtinek pêk anî. -
Desteserkirina şaredariyan li Ûppsalayê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala yê Swêdê dijîn, desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan û girtina Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors şermezar kirin. -
DDB'ê daxwaza ji nû ve lêpirsîna îşkenceya li binê çavan kir
Biryara 'pêwîstî bi şopandinê nîne' ya têkildarî lêpirsîna Huseyîn Kaya, ku li Îzmîrê di binê çavan de îşkence lê hat kirin, ji aliyê DDB ve hat betalkirin û hikum hat dayîn ku dosya ji nû ve were vekirin. -
Xaziyên Pirsûsê ji bo piştgiriyê wê biçin Şirnexê
Xaziyê Pirsûsê Yasîn Can da xuyakirin, ku ji bo piştgiriyê bidin gelê Şirnexê wê di meha Cotmehê de bi rê bikevin û got, "Em ê pira piştgiriyê ya bi komkujiya Pirsûsê re hat bombekirin, li Şirnexê ji nû ve ava bikin." -
Sariyildiz vê carê li pêşiya NY bang kir: Kurd nirxên mirovatiyê diparzin ya hûn?
Sariyildiz ê ku duh di 33. Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yî de bang kir, îro li pêşiya NY axivî. Sariyildiz qetlîamên li Kurdistanê tên jiyîn bi bîr xist û wiha got: “Kurd berdêlan dide û nirxên mirovatiyê diparêzin ya hûn? -
Hevşeredarên Hezexê ji peywirê hatin dûrxistin
Hevşaredarên Hezexê Mehmet Mûhdî Aslan û Nevîn Girasûn a ku niha girtiye, ji aliyê Wezîrê Karê Hindir ve ji peywirê hatin dûrxistin. -
Jinên endamên TJK-E yên Marsîlya û Marîgnane Nobeda Azadiyê didomînin
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropa bê navber didome di hefteya 220’emîn de ye, vê hefteyê jinên TJK-E’yî yên ji Marsîlya û Marîgnane hatî çalakî dewir girtin. -
Xelatên Nûçegihaniyê ji bo nûçe û wêneyên xwerêveberiyê
Xwediyên Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad a Nûçegihaniyê diyar bûn. Berhemên ku xelat girin nûçe,dîmen û wêneyên berxwedana xwerêveberiyê ne. -
Li Atînayê li dijî qeyûman çalakiya nobedê ya bê dem
Ji bo li dijî hewldanên hikûmeta AKP’ê ya ku li Kurdistanê pêk tîne, li Atînayê çalakiya nobedê ya bê dem hate destpêkirin. -
Parêzeran ji ber desteserkirina şaredariyan serî li Neteweyên Yekbûyî dan
Parêzerên MHD’ê û OHD’ê piştî ku AKP’ê şaredariyên DBP’ê desteser kirin serî li Neteweyên Yekbûyî dan. Di serlêdanê de hate gotin desteserkirin li dijî peymanên navnetewî ye û hate xwestin ku bikevin nav tevgerê. -
Şahidê Cizîrê: Dewlet tevî çekên xwe yên giran li Cizîrê têk çû
Ji şahidên komkujiya li Cizîrê Metîn Findik got, dewlet niha hewl dide şahidan ji holê rake. Findik diyar kir, ku ew amade li her cihî qala vê komkujiyê bike. -
Doza li dijî piştevanên Ozgur Gundemê taloq bû
Doza li Ayşe Duzkan û Ragip Dûran hat vekirin, ji bo 15'ê Kanûnê hat taloqkirin. Duzkan û Dûran ji ber ku piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê tên darizandin. -
Tecrîd û desteserkirina şaredariyan li Parîsê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê, li paytexta Fransa Parîsê bi çalakiya rûniştinê hatin şermezarkirin. -
Peyama Ocalan wê li Ewropayê di panelan de bê nirxandin
Li gelek welatên Ewropayê wê panel bên lidarxistin û peyama dawî û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên nirxandin. -
AKP wê îro û sibe li Ewropayê were şermezarkirin
TJK-E li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest bi çalakiyan dike. Tevgerê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir, ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin. -
Li Erzîrom, Edene û Antalyayê binçavkirin û girtin
Polîsên dewleta Tirk li Erzîrom û Edene avêtin ser malan û bi dehan kes binçav kirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de zarok û rojnamevan jî hene. Li Antalyayê jî 5 kes hatin girtin. -
Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî bang li CPT kir
Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî, ku parêzerê Nelson Mandela Essa Mossa jî di nav de ye, bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir, ku derhal biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê. -
Li Colemêrg û Manîsayê 5 siyasetmedarên Kurd hatin girtin
Li Colemêrg û Manîsayê 5 siyasetmedarên Kurd ên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin hatin girtin û şandin girtîgehê. -
Balûken: Peyama Ocalan wê dawî li şer û darbeyê bîne
Balûken ê HDP’yî, diyar kir ku peyama Ocalan wê Tirkiyeyê ji pêvajoya darbe û şer xilas bike. Balûken da zanîn ku Tirkiye têkildarî KHK’ê di demekî nêz de wê rastî hewldanên navneteweyî bên. -
Sariyildiz li NY axivî: Ez li ser navê kesên ku li Cizîrê hatin şewitandin li vir im
Sariyildiz di 33. Rûniştinên Mafên Mirovan a Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY de axivî. Sariyildiz got, “Ez li ser navê kesên ku li Cizîrê bi zindî hatin şewitandin li vir im” û bang li NY û cîhanê kir ku wezîfeyên xwe bi cih bînin. -
Li Gallerê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li paytext Cardîff a Gallerê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hate lidarxistin. -
Hevdîtina parêzer û rojnamevanan hate sînordarkirin
Hevdîtinên parêzer û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya rojnameya Ozgur Gundemê ku hate girtin, bi hinceta OHAL’ê wê heftane saetek be. -
Fransa û Swîsre Tirkiye tunt rexne kir: Divê rêz bê dayîna azadiyê
Di Rûniştina Mafê Mirovan a NY de, Fransa û Swîsre mafê axaftinê girtin û Tirkiye tund rexne kirin. Her du dewletan bang li Tirkiyeyê kir ku di nava her şert û mercan de divê mafê mirovan biparêzin. -
Belçîka Kurdên mexdûrê terora dewletê ne, dadgeh dike
Kurd careke din ji ber zextên Tirkiyeyê li Belçîkayê tên darizandin. Têkildarî serdegirtina saziyên Kurdan a sala 2010'an doz hat vekirin û rûniştina vê dozê roja îro destpê kir.