33. Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY a Meha Îlonê ya Rûniştina Mafê Mirovan di roja 5. de dewam dike. Dewletên ku di rûniştina îro de mafê axaftinê girtin di serî de îxlalên mafê mirovan ên li Sûriyeyê û gelek welatan tê meşandin gotûbêj kirin.
Di rûniştinê de Fransa û Swîsre mafê axaftinê girt û Tirkiye di warê parastina mafê mirovan de tund rexne kir û bang kir ku divê rêz ji mafê mirovan û azadiya çapemeniyê re bigire.
FRANSA: DIVÊ DI NAVA HER ŞERT Û MERCAN DE MAFÊ MIROVAN BÊ PARASTIN
Nûnerê ku li ser navê Fransa axivî û diyar kir ku Tirkiye mafê mirovan û çapemeniya azad tengav dike û rê lê digire, divê Tirkiye di nava her şert û mercan de rêz ji mafên bingihîn ên jiyanê re bigire.
Rayedarê Fransa bûyerên ku li Tirkiyeyê hatin jiyan rexne kir û da zanîn ku Fransa ji bûyerên ku li Tirkiyeyê di qewimin di nava fikarên mezin de ne û wiha got: “Di îlankirina Rewşa Awarte de jî be divê Tirkiye rêz ji azadiyê re bigire.”
SWÎSRE: EM BI FIKARIN
Piştî Fransa li ser navê Swîsreyê rayedar mafê axaftinê girt û diyar kir ku Swîsre ji ber bûyerên li Tirkiyeyê bi taybet êrîşên li dijî Rojnamevan û çapemeniya azad û hilbijêran tê pêkanîn bifikar in.
Rayedar bang li Tirkiyeyê kir ku divê li hember mafê mirovan rêzdar be û wiha anî ziman: “ Tirkiye divê mafê mirova esas bigire û bikeve nava tevgerê û di hema demê de rêz ji daraza serbixwe esas bigire.”