Balûken: Peyama Ocalan wê dawî li şer û darbeyê bîne
Balûken ê HDP’yî, diyar kir ku peyama Ocalan wê Tirkiyeyê ji pêvajoya darbe û şer xilas bike. Balûken da zanîn ku Tirkiye têkildarî KHK’ê di demekî nêz de wê rastî hewldanên navneteweyî bên.
Balûken ê HDP’yî, diyar kir ku peyama Ocalan wê Tirkiyeyê ji pêvajoya darbe û şer xilas bike. Balûken da zanîn ku Tirkiye têkildarî KHK’ê di demekî nêz de wê rastî hewldanên navneteweyî bên.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdîrs Balûken li Meclîsê têkildarî mijarên girîng ên rojevê daxuyaniyek da çapemeniyê, AKP, li şûna ku guh bide peyamên Ocalan ê ku dawî li şer û darbeyên li Tirkiyeyê bîne, li Tirkiyê bi rêya qeyûman destdatîne ser şaredariyên ku bi vîna gel hatine hilbijartin.
Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan Îdrîs Balûken, têkildarî mijarên girîng ên rojevê li Meclîsê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.
Balûken, bal kişad gel dispêrin şerê darbeyê û wiha got:
“Her çendî li pêşiya Tirkiyeyê fersendên dîrokî hene jî lê mixabin hê jî mirina ciwanan dane pêş çavên xwe û dewam dike. Civakê fêrî mirina zarokên wan dike, her roj bi dehan ciwan tên kuştin. Nabe nûçe jî. Di pêvajoyekî bi vî awayî de di pêvajoyekî 6 mehî de ku pirsgirêka Kurd çareser bike vê fersendê bi destê xwe dide aliyekê , dixwazin vê yekê ji ber çavê civakê bidin paş. Her kes bêdeng e, di serî de hikûmeta AKP, CHP, MHP partiyên din ên siyasî, li Meclîsê çi difikirin, em nizanin…
Her ku çavê xwe bigirî civak ji aşitiyê dûr dikeve, tine dibe. Di rewşekî her roj bi dehan cenaze tên definkirin, ketiye rewşekî ku zehmetê nabînin ku vê yekê gotûbêj jî bikin, her ku diçe welat parçe dibe. Çima Meclîs di betlaneyê de ye? Ji bo kom bibin bi dehan car me bang kir. Malabatên ku her roj zarokên wan li ber mirinê ne divê mudaxeleyî vê yekê bikin. AKP, bûye qeyûma ku Tirkiyeyê desteser kirye.”
‘OCALAN PEYAMEKÎ DÎROKÎ Û BI QÎMET PÊŞKÊŞ KIR’
Balûken diyar kir ku peyama Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan a ku ji Îmraliyê anî ‘Ji bo ku Tirkiye tevahî ji aliyê darbe û şerve neyê pêçan û ji vê yekê xilas bibe, pêşniyarekî dîrokî û bî qedir û qîmet e.’
‘TÊKILDARÎ KHD’Ê WÊ HEYETEKÎ NAVNETEWEYÎ BÊ’
Balûken anî ziman ku weke partî li dîjî HKH’ê wê mûxalefetekî hişk raber bikin û wiha anî ziman: “Li gorî agahiyên ku me girtine, YE’yê wê di demekî kin de wê heyetekî bişînin Tirkiyeyê, wê van KHK’yiyan bi şopînin. Têkildarî HKH’iyan wê hem di nava Tirkiyeyê de û hem jî ji derve de wê zextên xurt bên kirin. Dibe ku Tirkiye li dijî hewldanên Navneteweyî re hevrû bibe.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken bi rêya qeyûman jî desteserkirina şaredariyan jî rexne kir û wiha got: “Ev kiryar, heman kiryarên ku di xwesin di 15’ê Tîrmehê de bikin”