Li Erzîrom, Edene û Antalyayê binçavkirin û girtin
Polîsên dewleta Tirk li Erzîrom û Edene avêtin ser malan û bi dehan kes binçav kirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de zarok û rojnamevan jî hene. Li Antalyayê jî 5 kes hatin girtin.
Polîsên dewleta Tirk li Erzîrom û Edene avêtin ser malan û bi dehan kes binçav kirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de zarok û rojnamevan jî hene. Li Antalyayê jî 5 kes hatin girtin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, polîsên dewleta Tirk li Erzîrom û Edene avêtin ser malan û bi dehan kes binçav kirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de zarok û rojnamevan jî hene. Li Antalyayê jî 5 kes hatin girtin.
ERZÎROM
Li navçeya Xinûsê ya Erzîromê, tîmên taybet bi ser gelek malên li taxên Kolhîsar, Axrewan û Qurdî ve girtin. Di serdegirtinan de bi dehan kes hatin binçavkirin ku nûçegihanê DÎHA'yê Mensur Kuçukkarga jî di nava wan de heye. Hêzên dewleta Tirk di dema serdegirtinan de heqaret li welatiyan kirin. Welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Erzîromê. Hate hînbûn ku der barê gelek kesan de jî biryara binçavkirinê heye.
Navên hin kesên hatin binçavkirin ev in: Ahmet Handan, Selahattîn Handan, Sabahattîn Koçak, Baver Firat, Mensur Kuçukkarga, Harun Sonmez, Ayhan Denîz, Murat Kakkan, Serkan Yilmaz, Jîhat Guzelbaba, Cevdet Elma û Alî Elma.
LI EDENEYÊ 8 ZAROK HATIN BINÇAVKIRIN
Li Edeneyê jî polîsan bi awayekî hemwext bi ser malan ve girtin. Piştî lêgerînan hate hînbûn ku 8 zarok bi îdîaya tevlî çalakiyê bûne hatin binçavkirin. Zarokên ku hatin binçavkirin birin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
LI ANTALYAYÊ 5 KES HATIN GIRTIN
Li Antalyayê 11 kesên di 30'ê Tebaxê de hatin binçavkirin derxistin dozgeriyê. 6 kes ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan, 5 kes jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kes bi heman îdiayê hatin girtin. Kesên hatin girtin ev in: Çetîn Kizildag, Halîl Ekîncîler, Naîf Yaşa,Tahsîn Torun û Faîk Aslan.