ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hikûmeta AKP'ê 10 qenalên mûxalîf ên televîzyonê girt
10 qenalên televîzyonê yên mûxalîf, ku çend jê bi Kurdî weşanê dikin, bi biryarnameya xwedî hukmê qanûnî, ji peyka TURKSAT'ê hatin derxistin. -
NAV-YEK: Li şuna ku hesab bidin, ji bo fermanekî nû li hev dikin
NAV-YEK’ê têkildarî civîna îro ya ku bi beşdariya hevkarên dijmin ku li Şerfedînê daxwaza ku gerîlayên PKK’ê ji Şengalê derkevin daxuyaniyek da û wiha got: “Li şûna ku hesb bidin, ji bo fermanên nû li hev dikin.” -
Li Dûîsbûrgê protestoya tecrîd û qeyûmê
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’î bi çalakiyek rûniştinê hate protestokirin. -
Tûncel: Me li dijî faşîzmê stû xwar nekir, me li ber xwe da
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel, wiha got: “Desthilat dibêjin; ‘Yan hûnê li hemberî me serî bitewînin an jî, jiyîn ji bo we heram e’. Em jî li vir carkî din jî qîr dikin gelek diktatorên mîna we hatine, lê dîrokê yên berxwedêr nivîsandine.” -
Erkan Yildirim, 15 roj in ji bo birayê xwe yê binçavkirî nobetê digire
Erkan Yildirim, ji bo birayê wî Gokhan Yildirim ê ku 13’ê Îlona 2016’an hate binçavkirin û bi hinceta OHAL’ê ti îzaha binçavkirina 15 rojan nehate kirin serbest bê berdan, li ber Navenda Kirîn û Firotinê ya Cevahîr dest bi nobeta edaletê kir. -
Balûken: AKP û Cemaet hevdîtinan dike
Serokwekîlê Koma HDP’Ê Balûken got, tê gotin AKP û Cimeta Gulen hev dibînin û lihevkirinek di navbera wan de çêbûye. -
Di doza parêzerên Geziyê de rûniştina 3. pêk hat
Di dema berxwedana Geziyê de, 44 parêzerên ku li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bûn hedefa êrîşa polîsan û doz li wan hatibû vekirin, îro cara 3'an li Dadgeha Esliyeyê ya 65. a Stenbolê derketin pêşberî dadger. -
Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin û girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Di van operasyonan de ku li dijî Kurdan û mûxalîfan tên kirin, gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
Iraq: Em naxwazin leşkerên Tirk li nava axa me bin
Serokwezîrê Iraqê Ebadî ji dewleta Tirk xwest, leşkerên xwe ji Iraqê derxîne û destnîşan kir, ku hebûna leşkerên Tirk li pêşiya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê asteng e. -
Tecrîd li Elmanyayê hat şermezarkirin
Civînên li Ewropayê yên têkildarî tecrîda li ser Ocalan dewam dikin. Ji parêzerên Ocalan Newroz Ûysal tevlî civîna li Kîelê bû û destnîşan kir, ku Ocalan rêberekî civakê ye, lewma tecrîda li ser wî tecrîda li ser tevahiya civakê ye. -
HDP'ê Kolombiya pîroz kir
HDP'ê nameyeke ji Kolombiyayê re şand, ku peymana aştiyê mor kir û her du alî pîroz kir. -
Endamên Ciwanên Azad ên li Swêdê: Çalakiyên ji bo Ocalan wê bidomin
Jinên Ciwan ên Azad, ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li meydana Medborgarplatsen a Swêdê kon vedan û çalakiyên cihêreng lidar xistin, dan xuyakirin ku çalakiyên wan wê bidomin. -
Malpera DÎHA'yê careke din girtin
Saziya Ragihandin û Teknolojiyê ya Tirk, malpera Ajansa Nûçeyan a Dîclehê (DÎHA) careke din girt. -
Polîsên Tirk wesayîtek gulebaran kir: Kesek giran birîndar bû
Polîsên Tirk li navçeya Payîzava ya Wanê li wesayîtekê gule reşand. Di encama gulereşandinê de kesek giran birîndar bû. -
Êşkenceyê li Kulaçoglu dikin
Taylan Kulaçoglu ku di nav çarçoweya lêpirsîna Redhackê de hatibû binçavkirin, rastî li êşkenceya lêgerîna tazî, gef û dijûnan tê. -
Demîrtaş: Pêwîst e PE ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê xwedî însiyatîf be
Demîrtaş ê çû serdana Serokê PE Schûltz got; “Têkîldarî pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê, pêwîst e PE xwedî însiyatîf be, komîsyonekê ava bike ku bê çawa dikare çareseriyeke mayinde pêş bixîne.” -
Demîr: Min nûçegihanî kir, ez çûm, min dît û nivîsî
Darizandina nûçegihana ANF’ê û ETHA’yê Arzû Demîr dest pê kir, ku li ser pirtûka wê ‘’Dağın Kadın Hali’’ (‘’Rewşa Çiyê ya bi Rengê Jinê’’) dadgehê biryara berhevkirina wê dabû. -
Rojnamevan Okatan di lêpirsîna Gundemê de îfade da
Koordînatora Weşana Giştî ya Ozgur Radyoyê Derya Okatan ku bi armanca piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê Gerînendetiya Weşana Giştî kirîbû, di çarçoveya lêpirsînê de îfade da dozger. -
Sariyildiz li Danîmarkayê hovîtiya li Cizîrê vegot
Sariyildiz ê HDP’yî li Danîmarkayê hovîtiya li Cizîrê vegot û xwest ku lê xwedî were derketin. -
Hevdîtina Demîrtaş-Schûlz dest pê kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku ji aliyê Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz ve bi awayekî fermî hat vexwendin, li Brukselê dest bi hevdîtinan kir. Hevdîtina navbera Demîrtaş û Schûlz dest pê kir. -
Kampanya ji bo azadiya rojnamevan û nivîskarên girtî
Ji bo berdana nivîskar û rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne, kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Gelek şexsiyetên li cîhanê navdar, mora xwe danîn binê metna kampanyayê. -
NAV-YEK'ê 2. konferansa jinan a li Şengalê pîroz kir
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) 2. Konferansa Jinan a li Şengalê pîroz kir. -
Akhoyan: Heta ku Tirkiye hesabê raboriya xwe nede, nikare demokratîk bibe
Parlamenterê serbixwe yê Ermenîstanê Aragast Akhoyan destnîşan kir, ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe divê hesabê raboriya xwe bide. -
Li Wanê ji ber gulereşandina bi ser mînîbusê 3 cerdevan birîndar bûn
Li Wanê di encama gulereşandina ser mînîbusa ku cerdevan li nav de bûn 3 cerdevan birîndar bûn. -
Parêzerên Ocalan li Pforzheîmê bi gel re civiya
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, xebatên parêzeran a ji bo raya giştî agahdar bikin jî dewam dikin.