ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serokkomarê Iraqê: Heyîna leşkerên Tirkan a li ser axa Iraqê nayê qebûlkirin
Serokkomarê Iraqê Fûat Mahsûm diyar kir ku leşkerên Tirk bê ku distûrê ji Iraqê bigire xaka wan dagir kiriye. Mahsûm anî ziman ku heyîna leşkerên Tirkan a li ser xaka Iraqê nayê qebûlkirin. -
16. Kongreya Giştî ya KNK’ê didome
16. Kongreya Giştî ya KNK’ê li Brûkselê didome. Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik peyamek ji bo kongreyê şand û bal kişande ser giringiya yekîtiya netewî. Bayik rexne li PDK’ê kir û xwest ku ti Kurd ji êrîşên dewleta Tirk re nebe amûr. -
Tûncel: Em radest nabin, em ê di serkeftinê de kilît bibin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel, bertek li dijî êrîşên hikûmetê yên bi ser Kurdan û muxalîfan da û got: ‘’Di lîteratûra me de radestbûn nîn e. Em xwe di aştî û serkeftinê de kilît bikin” û banga berxwedanê kir. -
Sendîka û rêxistinê pîşeyî: Em ê qet serê xwe berjêr nekin
Sendîka û rêxistinê pîşeyî xwedî li wan kedkaran derket ku ji kar hatine avêtin û karê wan hatiye sekinandin û gotin:‘’Em ê qet serê xwe li dijî zilm û zordariyê berjêr nekin’’ -
Altinors: Girtina min bi komplo û îftirayan pêk hatiye
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors bi rêka nameyekê destnîşan kir ku girtina wî bi komplo û beyanên li ser esasê îftirayan pêk hatiye. -
Polîsan kedkarên çapemeniyê avêtin derve
Polîsên Tirk, xebatkarên ku li hewşa avahiya Van TV û Dogu Radyo nobet digirtin, bi darê zorê avêtin derve. -
HDK: Ji darbeyê, Rewşa Awarte, yekdengî, sansurê re Na!
HDK’ê, girtina qenalên televîzyon û radyoyên mûxalîf ên ji hêla Erdogan-AKP’ê şermezar kir, bang li gelên Tirkiyeyê kir ku xwedî li televîzyon û radyoyên ku hatine girtin derkevin. -
Di 10. Konferansa Gerîla ya Neteweyî ya FARC-EP de daxwaza azadiya Ocalan
Di 10. Konferansa Gerîla ya Neteweyî ya FARC-EP de ku bi dirûşmeya “Aştiya bi lihevkirina neteweyî, edaleta civakî û demokrasiyê” tê lidarxistin, slav ji PKK’ê re hatin şandin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Li Hannoverê têkîldarî tecrîdê panel
Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd didome, parêzerên wî têkîldarî mijarê li Ewropayê panelên agahdarkirinê li dar dixin. -
Macarîstan a ku hezar penaber negirtin mafê rûniştinê difroşe deh hezaran
Li Macarîstanê ya ku ji sala bihurî ve bi polîtîkayên xwe yên li dijî penaberan derdikeve pêş, xebatek balkêş derketiye holê ku ‘tirsa penaberan dikare bi pereyan bê çareserkirin.’ -
Okatan: Wê Ozgur Radyo ragihandina dengê bindestan bidomîne
Koordînatora Weşanê ya Ozgur Radyoyê Derya Okatan bi bîr xist ku bi çendan caran radyo hatiye girtin, xebatkarên wê hatine binçavkirin û girtin, lê ti carî bêdeng nebûye û got; “Wê Ozgur Radyo ragihandina dengê bindestan bidomîne.” -
Wallstrom: Nabe ku Tirkiye êrîşî Kurdan bike
Di rûniştinek Parlamentoya Swêdê de dagirkirina Tirkiyeyê ya Cerablûsê û piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê binpêkirina azadiyên mirov û çapemeniyê hatin gotûbêjkirin. -
‘Pêwîst e KE û AGÎT bi heyetekê biçin serdana Ocalan’
Parlamenterê SP ê Swîsreyê Manûel Tornare xwest ku Swîsre rolek pêşeng bilîze, di bin sêwanê Konseya Ewropayê û AGÎT’ê de heyetek navneteweyî ava bike û biçe serdana Ocalan. -
EFJ li dijî biryara Eûtelsatê nerazîbûn nîşan da
Di daxuyaniya Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EFJ) de li dijî biryara Eûtelsatê ya ku bi zextên dewleta Tirk rawestandina weşana Med Nûçe TV xwest, nerazîbûn hate nîşandan. -
‘Qedexeya parêzeran, bêhiqûqiyek bêhempa ye'
Parêzera Ocalan Ebru Gunay diyar kir ku 18 sal in bi awayekî derhiqûqî li ser Ocalan tecrîd heye, got qedexeya dîtina parêzeran a 5 salan jî merheleyek nû ya polîtîkaya tecrîdê ya AKP’ê ye. -
Dewleta Tirk xwest, Eûtelsatê qebûl kir
Rayedarên Eûtelsatê îtîraf kirin ku ji bo rawestandina weşana Med Nûçe TV’yê dewleta Tirk nameyek şandiye. -
Gelo Eûtelsat şaxek RTUK’ê ya Ewropayê ye?
Hate fêmkirin ku dezgeha bi navê Eûtelsatê ya ku ji şîrketa Hobîrdê xwest ku qenala Med Nûçe TV demildest bê girtin, bi dewleta Tirk û Erdogan re di nav têkîliyên qirêj de ye. -
Demîrtaş: Ya hatiye girtin ne tenê ÎMC TV ye, parlamento ye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêka telefonê tevlî weşana zindî ya ÎMC TV bû û got; “Ya hatiye girtin ne tenê ÎMC TV ye, niha parlamento jî bi awayekî praktîkî hatiye girtin.” -
Şahidên Cizîrê qetlîam ji NY re vegotin: Em dixwazin bên darizandin
Ji şahidên qetlîama Cizîrê Mehmet Findik û Hevjîna wî Pinar Findik qetlîama ku dewleta Tirk li Cizîrê pêk anî, ji NY re vegotin. -
Ji Radyoya Ozgurê bang ji bo nobeta azadiyê
Ozgur Radyo li dijî girtina radyo û televîzyonan bang kir ku nobeta azadiyê were girtin. -
Kurdan li ber Eûtelsatê çalakî li dar xistin
Li paytexta Fransa Parîsê, li ber avahiya şîrketa satalaytê ya Eûtelsatê ku ji bo rawestandina weşana Med Nûçe TV ferman dabû, çalakiyên protestoyî têne lidarxistin. -
Koman: Mafên zimanê zikmakî û agahîwergirtinê yên zarokên Kurd tên binpêkirin
Ji Komaleya Zarokan a Gundem Koman, diyar kir ku bi girtina Zarok TV ve mafên bingehîn ên zarokan hatine binpêkirin. Koman bal kişand ku tevkariya Zarok TV ji bo pêşketinê hebû, ragihand ku ev biryar li derveyî pîvanên NY ye. -
Koma Meclîsê ya HDP'ê li hev civiya
HDP, ji bo nexşerêya xwe ya sala nû ya qanûndanînê diyar bike, koma xwe ya li Meclîsê li hev civand. -
Komên çete hawanan davêjin taxa Şêx Meqsûd
Çeteyên 'Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê' bombeyan li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dibarînin. -
Edîtorên Med Nûçe: Em ê serî netewînin
Edîtorên Med Nûçe, li dijî biryara girtina televîzyona wan gotin, ew ê xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derkevin. Edîtoran bang li gel kirin, ku li dijî êrîşên AKP'ê hîn bêhtir piştgiriya hev bike.