ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li hundir teror li derve bazarî - Selahattîn Erdem
"Tayîp Erdogan, ku hewldana cuntayê tepisand, niha dixwaze Lozana duduyan bispêre pergala global a kapîtalîst, wisa jî komareke nû ya AKP'ê saz bike. Ji bo vê jî li hundir terora dewletê dimeşîne, li derve jî bi pergala global re bazarê dike." -
Polîsan avêtin ser ÎMC TV
Polîsên dewleta Tirk avêtin ser avahiya ÎMC TV. Xebatkarên ÎMC TV di weşana zindî de dirûşman diqîrin û faşîzma AKP'ê protesto dikin. -
Taşkiran: Ji bo televîzyonan divê her kes bikeve nav liv û tevgerê
Hevserokê Eyaleta NRW a NAV-DEM’ê Taşkiran diyar kir, bi girtina televizyonan wê ti encam bi dest ve neyê anîn, Kurd di van pêvajoyan de her carê bêhtir xurt dibin û bang kir, "li dijî vê helwesta faşîzan divê her kes bikeve nav liv û tevgerê." -
Polîsan avêtin ser avahiya televîzyona Hayatin Sesî
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya televîzyona Hayatin Sesî, ku bi Biryarnameya Xwedî Hukmê Qanûnî hatibû girtin. Polîs hê jî li avahiya televîzyonê ne. -
Welatiyên Îtalyayê piştgirî dan Ocalan û gelê Kurd
Welatiyên Îtalyayê, li dijî tecrîdê û êrîşên dewleta Tirk çalakiyek lidar xistin û piştgirî dan Kurdan. -
Tecrîd li Dragûîgnanê hat vegotin
Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîn hat lidarxistin. Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç beşdarî civînê bû. -
Li Bocholtê civîna gel
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer di civîna gel de axivî û got, "Li dijî gelê Kurd û mûxalîfan, pêvajoyeke mezin a tinekirinê hatiye destpêkirin." -
KE di bultena xwe ya çapemeniyê de cih da girtina Med Nûçe
Konseya Ewropayê (KE) di bultena xwe ya çaepmeniyê de cih da sekinandina weşana Med Nûçe, ku di encama zextên dewleta Tirk de şîrketa Eutelsatê weşand sekinand. -
Ji bo Şarik Apo li Bermenê serdanên sersaxiyê tên kirin
Ji bo hunermendê Kurd Şarik Apo (Abdûrrahman Seçer), ku ji ber nexweşiya kezebê jiyana xwe ji dest da, li mizgefta Şêx Seîd a li Bremenê serdanên sersaxiyê tên kirin. -
Di lêpirsîna Redhackê de pîvana bêgunehiyê tê binpêkirin
Parêzerê kesên di lêpirsîna Redhackê de hatine binçavkirin Firat Dûrak got, temamiya muwekîlên wî yên hatine binçavkirin, beriya çend salan di lêpirsîna Redhackê de beraat kiribûn. -
YRD: Divê gelên me xwedî li saziyên xwe derkevin
Koordînasyona YRD'ê bang li gel kir, ku li dora saziyên çapemeniyê yên mûxalîf û alternatîf li hev bicive û got, "Em bang li gelên xwe dikin, ku xwedî li saziyên xwe derkevin." -
Girtina Med Nûçe TV li Hildesheim hate protestokirin
Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê girtina Med Nûçe TV hate protestokirin. -
Li Munîh û Kopenhagê girtina Med Nûçe TV hate protestokirin
Girtina Med Nûçe TV, li bajarê Munîh ê Elmanyayê û paytexta Danîmarka Kopenhagê hate protestokirin. -
Nîjatperest deqa xwe li pîrozbahiya Yekbûna Elmanya dixin
Di pîrozbahiyên îsal yên di salvgera yekbûna du ya Elmanyayan ku li Dresdenê pêk tê, bi xwepêşandanên nîjatperest û dijûnên dijî siyasetvanan rengekî cihê dide -
Rewşa Awarte 90 rojên din hate dirêjkirin
Cîgirê Serokwezîr Nûman Kûrtûlûş da xuyakirin ku Rewşa Awarte 90 rojên din hatiye dirêjkirin. -
Li Romayê reşkirina MED Nûçe hate protestokirin
Reşkirina weşana MED Nûçe a ku li ser zextên dewlata Tirk a li ser Seteleyta Eûtelsatê hate dawî anîn, li paytext Roma ya Îtalyayê hate protestokirin. -
Derbarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de lêpirsîna destpêkê
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Midûrê Giştî yê Weşanê Ersîn Çaksû û Midûrê Karên Nivîsê Harûn Eplî yên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku ev 42 rojin weşanê dike de lêpirsîn da destpêkirin. -
Katib û karmendan çalakiya boykotê dane destpêkirin
Katib û karmendên Silêmanî û navçeyên derdorê ji ber sedema ku meaşê xwe nastînin ragihandin ku ew ketine boykotê. -
Hecî Farûk jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd Farûk Okaytekîn ê bi navê Hecî Farûk tê naskirin, ku li navçeya Gimgim a Mûşê ye û li paytexta Awûstûrya Viyanayê dima, ji ber nexweşiya kanserê vê sibehê jiyana xwe ji dest da. -
'Xwedî li çapemeniyê derkevin'
Rêxistinên çapemeniyê nerazîbûn nîşanî girtina qenalên televîzyon û radyoyê dan. Bang li guhdar û temaşekeran hat kirin ku xwedî li qenalên xwe yên televîzyon û radyoyê derkevin. -
Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da
Li herêma Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da. Tê gotin, ji ber teqînê gelek leşker mirin e û birîndar bûne. -
Yureklî: Ji bo rakirina tecrîdê em li dora Ocalan li hev bicivin
Parêzer Cengız Yureklî got, "Ji bo rakirina tecrîdê, divê em li dora Birêz Ocalan li hev bicivin û tecrîdê pûç bikin." -
Ekrana Med Nûçeyê hat reşkirin!
Piştî şîrketa bi navê Eûtelsatê duh daxwaz kiribû ku îro weşana Med Nûçe saet di 10:00 de bê rawestandin, ekrana televîzyonê hate reşkirin. -
Taşdemîr: Ji ber ku çapemeniya azad teslîm nabe, zilm lê tê kirin
Wekîla HDP'yî Taşdemîr got, desthilatdariya AKP'ê dixwaze hemû saziyên çapemeniyê yên li welêt teslîm bigire û ji ber ku çapemeniya azad teslîm nabe, zilm lê tê kirin. -
Komîteyên 'Rojava' û Bakur' ên li Swêdê wê bi hev re bixebitin
'Komîteyên Rojava' ku ji bo piştgiriyê bidin şoreşa Rojava li Swêdê hatin avakirin û 'Komîteya Bakur' a ji bo Bakurê Kurdistanê dixebite, biryar dan bi hev re bixebitin.