Polîsan avêtin ser ÎMC TV
Polîsên dewleta Tirk avêtin ser avahiya ÎMC TV. Xebatkarên ÎMC TV di weşana zindî de dirûşman diqîrin û faşîzma AKP'ê protesto dikin.
Polîsên dewleta Tirk avêtin ser avahiya ÎMC TV. Xebatkarên ÎMC TV di weşana zindî de dirûşman diqîrin û faşîzma AKP'ê protesto dikin.
Polîsên dewleta Tirk avêtin ser avahiya ÎMC TV.
Xebatkarên ÎMC TV, di weşana zindî de dirûşman diqîrîn û serdegirtinê protesto dikin.
Polîsên Tirk ji bo pêşî li vê protestoya weşana zindî bigirin, avêtin ser Rejiyê.
Xebatkar dirûşmên "Çapemeniya Azad bêdeng nabe" û "Bêdeng nebe, biqîre, çapemeniya azad maf e" diqîrin.
Xebatkar destnîşan dikin, ku ew li dijî her şêwe darbeyan e û ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Xebatkar yek bi yek daxivin û serdegirtinê şermezar dikin.