ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtina Med Nûçe li Dûsseldorfê hate protestokirin
Di çalakiya ku li Parîsê ji bo qetilkirina her 3 jinên şoreşger hate lidarxistin de, girtina Med Nûçe jî hate protestokirin. -
Yarbayê DYA’yî: Hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê îllegal e
Yarbayê DYA’yî Dorrîan, ji ber hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê nerazîbûn nîşan da û got ev îllegal e. Parlamentoya Iraqê jî diyar kiribû ku dewleta Tirk dagirker e. -
Polîsên Tirk careke din avêtin ser TV 10
Polîsên Tirk, ku duh bi şev avêtin ser TV 10 û mohr li odeya rejiyê xistin, tevî ekîbên maliyeyê cara duyemîn avêtin ser avahiya televîzyonê. Tê gotin, ev serdegirtin ji bo mohrkirina avahiya televîzyonê hatiye kirin. -
'Faşîzma AKP-DAIŞ'ê kabûsa Tirkiyeyê ye'
Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî: Aqûbeta nokerên xwe berdane nava gel, wê mîna aqûbeta faşîzma AKP-DAIŞ'ê be. -
'Biryara girtina saziyên çapemenyê ji bo bêdengkirina gelan hatiye dayîn'
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, têkildarî zextên li çapemeniya azad û mûxalîf tên kirin, daxuyaniyek weşand û got, "Ev biryara li dijî medyayê, ji bo bêdengkirina dengê gelan, sosyalîst û demokratan hatiye standin." -
Girtina qenalên mûxalîf hat şermezarkirin
Êrîşên li dijî çapemeniya azad û mûxalîf, li Elmanya û Swîsreyê bi xwepêşandanên girseyî hatin şermezarkirin. -
ÎHD, KESK, DÎSK û Roboskiyan nerazîbûn nîşanî girtina Med Nûçe dan
Rêxistinên civakî yên sivîl ên ji bo kar, ked û mafên mirovan li Tirkiyeyê têdikoşin, piştgirî dan Med Nûçe. Serokên ÎHD, DÎSK, KESK û Komeleya Roboskî biryara Eutelsatê şermezar kirin û banga têkoşînê kirin. -
Wê çapemeniya azad bêdeng nebe!
Kedkarên Çapemeniya Azad girtina dezgehên çapemeniya mûxalîf û azad û bi serdegirtinan binçavkirina rojnamevanan li Qada Galatasarayê protesto kirin. -
Polîsan bi ser avahiya TV 10 de girtin
Polîsan avête ser avahiya TV 10 a ku di derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayîn. -
Dîmen derket holê ku polîsên Tirk bi porên kedkarên Ozgur Radyoyê girtin û bi erdê re kaş kirin
Polîsên ku bi şikandina derî avêtin ser avahiya Ozgur Radyoyê, bi porê kedkarên radyoyê girtin û pey xwe kaş kirin. -
Lêpirsîna komedyenê Elman ku Erdogan doz lê vekiribû hate rawestandin
Dozgeriya Maînz têkildarî lêpirsîna bi gilhê Erdogan ku bi hinceta ‘heqaret li Erdogan’ kiriye li Elmanya ji bo Jan Bohmermann destpê kiribû, got, ji helbesta satîrîk a Bohmermann pêdivî bi darizandinê nîn e. -
Li Swêdê girtina Med Nûçe TV hate şermezarkirin
Piştî ku hikûmeta AKP û Tirkiyê li Kurdistanê 11 qenalên TV’yan girt û zext li ser Eutelsatê danî da ku Med Nûçe TV bigire, li Swêd û Borlangê û Goteborgê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Deriyê avahiya ÎMC TV jî hate mohrkirin
Deriyê avahiya ÎMC TV ya ku danê sibehê polîsan bi ser de girt jî hate mohrkirin. -
Hunermêndê Kurd Şakir Apo ku jiyana xwe ji dest daybû, ber bi gundê wî ve hate birêkirin
Ji bo hunermend Şarik Apo ku ji ber nexweşiyekê jiyana xwe dest da li Bremenê merasîmek hate lidarxistin û şandin gundê wî ku ji hêla dewleta Tirk ve gelek caran hatibû şewitandin. -
Partiya Çep a Fransiz nerazîbûnek tund li dijî Eûtelsatê nîşan da
Ji pêkhateya Eniya Çep (Front de Gauche) Partiya Çep (PG) daxuyaniyek da, bang kir ku ji civaka ku Erdogan û Eûtelsat dixwaze bi siyaseta zextê ava dike bibêjin ‘na’. -
DÎDF: Mebest bêdengkirina muxalefeta civakî û birîna dengê wê ye
DÎDF êrîşên Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ya bi ser saziyên çapemeniyê de û mohr kirina wan şermezar kir û got, dixwazin rêveberiya faşîst û otorîter zal bikin. -
Parlamentoya Iraqê biryara derketina leşkerê Tirk a ji Iraqê da
Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya îro de ji bo nerazîbûna li dijî leşkerên Tirk û derxisina hêzên Tirkiyey ji Iraqê bi 7 xalan biryar dan. -
Di serdegirtina Ozgur Radyo de 16 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk ên ku bi ser avahiya Ozgur Radyoyê de girtin 16 kes binçav kirin. -
Ji bo nûçegihana JINHA’yê 15 meh ceza
Ji bo nûçegihana JINHA’yê Fîlîz Zeyrek 15 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. Dadgehê hikmê înfazê taloq kir. -
Parlamenterên Iraqî: Divê tevahî têkîliyên bi Tirkiyeyê re bêne qutkirin
Parlamenterên Iraqî xwestin ku Sefîrê Tirkiyeyê ji Iraqê bê derxistin û Sefîrê Iraqê jî were kişandin. -
TGS: Em xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê derkevîn
TGS, piştî girtina qenalê wan û radyoyan û serdegirtina polîsan a avahiyan şermezar kir,bang li her kesê kir ku xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê derkeve. -
Polîsan avêtin ser Ozgur Radyo û xebatkar binçav kirin
Polîsên dewleta Tirk avêtin ser avahiya Ozgur Radyo. Polîsan deriyê avahiyê şikandin û xebatkarên radyoyê bi lêdanê binçav kirin. -
RTUK: Ji ber ku gef li ewlekariya milî dixwarin, hatin girtin
RTUK'ê biryara girtinê bi rêya nivîsekê ji qenalên televîzyon û radyoyê yên hatin girtin re şand. Di nivîsê de tê gotin, "Ji ber ku gef li ewlekariya milî dixwarin hatine girtin." -
Encamên kombûna 16. a civata giştî ya KNK'ê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), encamên kombûna 16. a civata giştî, ku di 1-2'ê Cotmehê de li Brukselê pêk anî, bi danezanekê eşkere kir. -
Polîsên Tirk ekranê ÎMC TV tarî kirin
Polîsên Tirk ên avêtin ser avahiya ÎMC TV, ekranê televîzyonê tarî kirin.