ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kedkarê çapemeniya azad Mehmet Akyol ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin
Cenazeyê Rojnameger û edîtorê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da li ber avahiya Ozgur Gundemê ya mohrkirî bi merasimekê hat birêkirin. -
Li Atînayê roja 3. a çalakiyê: Wê faşîzma Erdogan têk biçe!
Rêzeçalakiya li paytext Atînayê ya li dijî tecrîd, qeyûm û êrîşên li dijî çapemeniyê dest pê kir, di roja sêyemîn de ye. -
KOMAW: Jiyaneke bê Rêbertî nayê qebûlkirin
KOMAW’ê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got, ‘’Jiyaneke bê Rêbertî nayê qebûlkirin’’ û bang kir ku bi awayekî xurt tevlî çalakiyên şermezakirinê bibin. -
Li Fransayê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Fransayê hate protestokirin. -
Bîranîna Qetlîama Enqereyê hat qedexekirin
Midûriyeta Emniyeta Enqereyê da xuyakirin ku ji ber salvegera Qetlîama Enqereyê ya 10’ê Cotmehê her cure çalakî hatine qedexekirin. -
Şehîdên Hesekê li Hambûrgê hatin bibîranîn
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kesên ku 3’yê Cotmehê li bajarê Hesekê yê Rojava di qetlîama çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. -
Li Swîsre, Fransa û Awûstûryayê Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin
Li bajarên Basel, Biel û Friboûrg ê Swîsreyê, Bremen ê Elmanyayê, Lyon ê Fransayê û Inssbruck ê Awûstûryayê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, hat protestokirin. -
Şerîk: Hewl hat dayîn ku hesreta ji bo aştî, demokrasî û azadiyê jî bê qetilkirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk got ji bo xwedîderketina bîranînên kesên ku di komkujiya 10’ê Cotmehê de hatine qetilkirin pêwîst e têkoşîn bê mezinkirin. -
Bi hezaran Ataş û Çalişkan oxir kirin
Şervana BOG’ê Eylem Ataş û gerîalyê HPG’ê Mehemt Çalişkan ji aliyê bi hezaran ve li Edeneyê bi dirûşma “Şehîd Namirin” ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin. -
Li Stockholmê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê çalakî
Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan li Stockholmê çalakî destpê dikin. -
Eylem Ataş ber bi warê wê ve hate rêkirin
Cenazeyê Şervana BOG’ê Eylem Ataş li ser milê jinan ber bi Goristan Kuçukobayê ve dibin. -
CDK-F: Sibehê li Qada Repûblîqûeyê kom bibîn
CDK-F’ê, ji bo çalakiya sibehê li dijî komployê ku li Parîsê li dar bixin banga piştgiriyê kir. -
Valls: Têkildarî endamtiya Tirkiyê divê dev ji durutiyê berdin
Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls diyar kir, di nîqaşên têkildarî endamtiya Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa (YE) û hevkariyê de bang kir ku dev ji durutiyê berdin û divê were zanîn bê ka YE ‘li kû dest pê dike û li kû diqede’’ -
Cenazeyê Eylem Ataş li ATK’ya Edeneyê ye
Cenazeyê Şervana BOG’ê ya Eylem Ataş a ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 mehan rê da ku derbas bibe. -
NAV-DEM’ê banga çalakiyan kir: Em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin
NAV-DEM’ê, Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir, banga tevlîbûna çalakiyan kir. Di daxuyaniya NAV-DEM’ê de agahiyên cih û rojên çalakiyan jî cih girtin. -
Li Swîsreyê 9’ê Cotmehê hat protestokirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan, li St. Gallen û Zurîhê hat protestokirin. -
Li Yewnanîstanê roja duyemîn a çalakiyê: Wê Erdogan têk biçe!
Rêzeçalakiya li paytext Atînayê li dijî tecrîd, qeyûm û êrîşên li dijî çapemeniyê dest pê kir, di roja duyemîn de ye. -
Li Freîbûrgê ji bo televîzyona hatî girtin hewldan
Li Freîbûrgê jinên Kurdistanî têkîldarî girtina televîzyon û radyoyan bi rayedarên SWR TV re civiyan. -
Li Strasboûrg û Viyanayê li dijî biryara Eûtelsatê çalakî
Li dijî rawestandina weşana Med Nûçe TV ya ji hêla şîrketa Fransî Eûtelsatê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
Çalakiyên protestoyî yên Komploya 9’ê Cotmehê
Li bajarên Roma û Mîlano yên Îtalyayê û Rennes ê Fransayê çalakiyên şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah pêk hat, hate lidarxistin. -
Rêxistinên çapemeniyê yên Ewropayî pirsa Tirkiyeyê ji KE re kirin
Nerazîbûnên ji ber operasyonên tepisandina medyayê ku li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê dest pê kirin û di hefteyên dawî de xwe gihandin televîzyonên Kurdan, li Konseya Ewropayê (KE) hate ziman. -
Ji ber piştevaniya Ozgur Gundemê doz li Julîde Kûral hate vekirin
Ji bo Lîstikvan Julîde Kûral, ji ber piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê kir, bi daxwaza cezayê girtîgehê doz hate vekirin. -
Li Bernê Komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin
Li bajarê Bern ê Swîsreyê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate protestokirin. -
Balûken, bi heyeta rêxistinên kedê re civiya
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, bi heyeteka ku ji nûnerên KESK, TMMOB û TTB’ê pêk dihat re civiya. -
Li Stenbolê li nêzî navenda polîsan teqîn
Li nêzî Navenda Polîsan a 75’încî Yil a li Yenîbosnaya Stenbolê teqînê rû da. Piştî teqînê jî dûman hêl dibin.