RTUK: Ji ber ku gef li ewlekariya milî dixwarin, hatin girtin

RTUK'ê biryara girtinê bi rêya nivîsekê ji qenalên televîzyon û radyoyê yên hatin girtin re şand. Di nivîsê de tê gotin, "Ji ber ku gef li ewlekariya milî dixwarin hatine girtin."

Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya dewleta Tirk (RTUK) biryar da zêdeyî 20 qenalên televîzyon û radyoyê yên mûxalîf bigire. Piştî qenalên Hayatin Sesî û ÎMC TV îro hatin girtin, polîsên Tirk biryara RTUK'ê ya girtinê ji rêveberên qenalan re ragihandin.

Di biryara girtinê de Biryarnameya Xwedî Hukmê Qanûnî weke hincet hat nîşandan. Di biryara hat ragihandin de hat gotin, "Komîsyona li gorî benda 4. a Xala 2. a Biryarnameya Xwedî Hukmê Qanûnî ya bi hejmara 668'an hatiye avakirin, di civîna bi hejmara 2016/05 a 27'ê Îlona 2016'an de biryar daye ku ev saziyên navên wan di lîsteyê de cih digirin, ji ber têkiliya xwemalî yan jî aborî bi rêxistin an jî komên terorê re, li gorî benda 4. a xala 2. a Biryarnameya Xwedî Hukmê Qanûnî ya bi hejmara 668'an, werin girtin."