ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzerê Ocalan, Erol: Divê tecrîda li Îmraliyê derhal bê rakirin
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol da xuyakirin, ku heta Ocalan azad nebe, ne pêkan e pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê bike. -
Kûlaçoglû dîsa hat binçavkirin
Taylan Kûlaçoglû, ku di çarçoveya lêpirsîna Redhack de beriya niha hatibû binçavkirin û girtin, îro danê sibehê cara sêyemîn hat binçavkirin. -
Li Swîsre û Belçîkayê ji bo Dayikên Şemiyê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo piştgirî ji Dayikên Şemiyê re were dayîn, li 3 bajarên Swîsre û li paytexta Belçîka Brukselê bi sedan kes daketin qadan. -
Dagirkirina Rojava û tecrîd li Ewropayê hatin şermezarkirin
Li gelek welatên Ewropayê, Kurdistaniyan daxwaza azadiyê kirin. Di çalakiyan de polîtîkayên AKP'ê yên dagirkerî û komkujiyan ên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin. -
Li Dûîsbûrgê qeyûm hate protestokirin
Li ser banga KCDK-E ya bi şiyara ku “ Ji bo bilindkirina têkoşînê, xwedî li Rêbetî û vîna xwe derbikevin, em ê 24’ê Îlonê li her derê li qadan bin” li Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
TAYAD’iyan ji bo Mesûde Pehlîvan a ku nexweşa pençeşêrê ye çalakî li dar xist
Malbatên TAYAD’iyan, ji bo balê bikişînin ser rewşa Mesûde Pehlîvan a ku girtiya nexweşa penceşêrê, li Qada Galatasarayê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. -
Çalakiyên piştevaniyê ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 600’an
Kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Ewropayê, ji ber sedema çalakiya hefteya 600’î ya Dayikên Şemiyê, çalakiyên piştevaniyê li dar xistin. -
Qada navnetewî desteka xwe ji bo PYD’ê nîşan da
Kongreya PYD Ewropa li Brûkselê berdewam dike. Nûnerên partî û saziyên navnetewî yên tevlî kongreyê bûn piştevaniya xwe ji bo Kurdan nîşan dan û bang kirin ku li dijî Erdogan bi hevgirî têbikoşin. -
Li Moskovayê şewat: 8 endamên agirkujiyê jiyana xwe ji dest dan
Li paytext Moskova ya Rûsyayê di encama mudaxeleya tîmên agirkujiyê ya şewata ku di depoyekê de derketî, 8 endamên tîmên agirkujiyê jiyana xwe ji dest dan. -
Tûncel: Bi PKK’ê û Ocalan re rûnin
Tuncel diyar kir polîtîkayên li ser dijminatiya Kurdan a AKP/Qesrê ti sûdê nade ti kesekî. -
‘Têkoşîna Dayikên Şemiyê ya 600 hefte ne didome, ji nû ve nivîsandina dîroka Tirkiyeyê ye’
Li Amed û Êlihê xizmên nebediyan ên ku hatin cem hev û aqûbeta nebediyan pirsîn, çalakiya 600'emîn a Dayikên Şemiyê silav kirin. -
Ji bo meleyên AKP’ê yên li Elmanyayê lêkolîn
Wezareta Edaletê ya Eyaleta Vestfalya ya Bakurê Renê xwest ku meleyên Yekîtiya Îslama Tirk a Karên Diyanetê ji hêla Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn bên lêkolînkirin. -
Li Atînayê nobeta tecrîd û desteserkirinê kete roja 5’an
Çalakiya nobetê ya li dijî kiriyarên darbeyê ya hikûmeta AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li Atînayê ya Yewnanîstan dest pê kiribû kete roja 5’an. -
RedHack dorê li AKP’ê teng dike
RedHackê hesabê e-posta yê Wezîrê Tirk Albayrak bi dest xist û dengê xwe li hikûmetê kir. -
Li Awûstralyayê polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdistanî û dostên wê kiryarên dewleta Tirk a li Kurdistanê şermezar kirin, banga wezîfeyê li saziyên navneteweyî kirin. -
Erol: Tecrîd li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê berbelav dibin
Li Viyanayê têkîldarî şertên tecrîdê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîna gel hate lidarxistin. -
Li Edeneyê 14 kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê polîsan bi îdiya "HPG'iyek heye" bi ser gelek navnîşanan de girtin û li gel zarokan herî kêm 14 kes hatin binçavkirin. -
Rohat Alakom nivîsên çapemeniya Swêdê yên der heqê Kurdan kir pirtûk
Lêkolînvan-Nivîskar Rohat Alakom, nûçeyên domahiya 200 salan ên medyaya Swêdê lêkoland, bi navê “Di Çapemeniya Swêdê De Dîroka Kurdistanê” kir pirtûk. -
Karahancî: Divê em modêla perwerdehiyê ya alternatîf pêşniyar bikin
Hevseroka Egitim-Senê ya bi nimroya 1’ê ya Amedê Karahanci diyar kir, ji bo ku ew peywira xwe dîsa bi dest bixin û ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, laîk, zanistî pêk bînin, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. -
RedHackê hesabê maîlê yê Berat Albayrak hack kir
RedHack, da xuyakirin ku hesabê maîlê yê Wezîrê Enerjiyê û zavayê Serokkomarê Tirk Erdogan Berat Albayrak hack kirine. -
Li Berlînê bîranîna şehîdan
Li paytexta Elmanya Berlînê gerîlayên ku di demên dawî de li cihên cuda yên li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. -
Ciwanên Azad ji bo Ocalan banga tevlîbûna meşê kir
Ciwanên Azad ji bo meşên ku wê 24’ê Îlonê li dijî tecrîda li ser Ocalan bê lidarxistin banga tevlîbûna girseyî kir. -
KOMAW: Em xurt tevlî çalakiya hevgiriya ji bo dayikên Şemiyê bibin
Saziya Malbatên Şehîd û Nebediyan bang kir ku bi awayekî xurt tevlî çalakiya piştevaniya li Dayikên Şemiyê bibin ku 24’ê Îlonê wê pêk were. -
Deqkirina Kurd û Elewiyan bi dawî nabe
Nîşeneya (X)'ê ku ji komkujiya Mereşê ve di bîra Kurdên Elewî de hê zindî ye. Vê carê jî li ser deriyên malên Kurd û Elewiyên Mamakê hatin danîn. -
Kaval ê YPS’yî bi sirûda ku bavê wî xwendî hate veşartin
Şervanê yPS'ê Baran Kaval ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîmê de bavê Kaval got, ti ciwanê ku di berxwedanê jiyana xwe ji dest dayî wê neyê jibîrkirin û sirûda Çerxa Şoreşê xwend.