RedHackê hesabê maîlê yê Berat Albayrak hack kir

RedHack, da xuyakirin ku hesabê maîlê yê Wezîrê Enerjiyê û zavayê Serokkomarê Tirk Erdogan Berat Albayrak hack kirine.

RedHack, da xuyakirin ku hesabê maîlê yê Wezîrê Enerjiyê û zavayê Serokkomarê Tirk Erdogan Berat Albayrak hack kirine. Li gel daxuyaniyê ku li ser hesabê Twîtterê ya RedHackê hate belavkirin, wêneyê ekranê ya hesabê Albayrak jî hate weşandin.

Di tweetan de hate diyarkirin ku bi sed hezaran maîl di hesabê Albayrak de hene û wiha hate gotin; “Heta 26’ê Îlonê roja Duşemê Di serî de #AlpAltinors û  #AsliErdogan, tevahî mûxalîfên çepgir neyên berdan, em ê maîla 20 GB biweşînin!”