ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ahmet Altan hat girtin
Rojnemevan û Nivîskar Ahmet Altan hat girtin. -
Tecrîd û qeyûm li Ewropayê hatin şermezarkirin
Li gelek welatên Ewropayê, zext, zordarî û terora dewleta Tirk bi çalakiyan hatin şermezarkirin. -
KCDK-E ji bo çalakiyên 24'ê Îlonê banga tevlîbûnê kir
Desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyan li Ewropayê tê şermezarkirin. KCDK-E ji bo çalakiyên roja 24'ê Îlonê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir. -
HDK-A ji bo Dayikên Şemiyê banga çalakiyê kir
HDK-A, ji çalakiya 600. a Dayikên Şemiyê bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyên piştgiriyê yên li Ewropayê bibin. -
Dayikên Şemiyê: Qîrîna edaletê ya 600 hefteyan
Dayikên Şemiyê, ku ji bo eşkerekirina aqûbeta xizmên wan ên di binê çavan de hatine windakirin û darizandina kiryaran her Şemiyê li Meydana Galatasarayê rûdinên, vê hefteyê wê cara 600'î vê çalakiya xwe lidar bixin. -
Sariyildiz li Neteweyên Yekbûyî qala komkujiya Cizîrê kir
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li Neteweyên Yekbûyî, ji nûnerên dewlet û saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî re qala komukjiya li Cizîrê kir. -
Artêşa Tirk êrîşî Girê Spî kir
Artêşa dagirker a Tirk bi çekên giran, êrîşî nuqteyên YPG’ê yên li gundê Mûnbetîh ê ku 1 km dikeve Rojavayê Girê Spî kirin. -
Di bûyerên ku li DYE’yê rûdan de herî kêm 44 kes hatin binçavkirin
Hat ragihandin bûyerên ku piştî kuştina welatiyekî reşik ê ji aliyê polîsan ve li bajarê Charlotte yê girêdayî eyaleta Bakurê Karolîna ê DYE’yê û şûn de her ku diçe mezin dibe. -
Rêxistina ciwanên Kurd ên li Stockholmê komcivînek a hevnaskirinê çêkirin
Rêxistina Ciwanên Azad ku ev çend sale li Swêdê bi awayek çalak kar û xebatên xwe dimeşîne, ji bo ku di pêşerojê de bikaribin kar û xebatên xwe berfireh bikin, şeveka hev naskirinê li dar xistin. -
Yên ku hatin binçavkirin çi jiyan dikin?
Rêxistinên mafê mirovan û hiquqnas, îxlalên di derbarê kesên ku di dema Rewşa Awarte de hatin binçavkirin kirin, bi awayekî rapor amade kirin. -
HDP’ê, girtina Aksoy şermezar kir
HDP’ê, girtina Endamê Desteya Rêveberiya Navenda DBP’ê û parlementerê berê yê Agiriyê Halîl Aksoy şermezar kirin, daxwaz kirin ku ji bo divê biryara girtinê bi lezgîn bê rakirin. -
Ciwanên li Îzmîrê li ber leşkeriyê rabûn: Em ê xwîna xwişk û birayên xwe nerijînin
Ciwanên li Îzmîrê li ber polîtîkayên şer ên dewletê rabûn, dan xuyakirin ku ew ê neçin leşkeriyê û xwîna xwişk û birayên xwe nerijînin. -
Li dijî tecrîdê û qeyûm, li Yewnanîstanê çalakiya nobedê
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî li dijî tecrîdê û desteserkirina şaredariyan nobedê digirin. -
Yên piştî DAIŞ têk çû bûn dijberê DAIŞ'ê -Cemîl Bayik
"Êdî li hemberî DAIŞ’a ku îradeya wê hatiye şikandin, şerkirin gelekî hêsan e. Kê ev yek pêk anî? Helbet şervanên Kurd! Îro roj her kes di ser vê berxwedana şervanên Kurd re qebqebetiyê bi DAIŞ’ê re dike." -
Koma Rojava li Kanadayê hevdîtin kir
Koma Montreal a Rojava li Kanadayê hin hevdîtin kir. Komê ragihand, ku modela jiyanê ya dewleta Kanadayê li ya Tevgera Azadiyê ya Kurd tê û daxwaza piştgiriyê kir. -
'Em bi erka xwe ya mirovahiyê radibin'
Hasan Karakoç birayê Ridvan Karakoç ê di binê çavan de hat windakirin, da xuyakirin ku weke xizmên windayan ew her Şemiyê li Galatasarayê bi erka xwe ya mirovahiyê radibin. Karakoç bang li her kesî kir ku di kombûna hefteya 600. de amade bin. -
Mehmet Altan hat girtin
Ji malbata Altan Prof. Dr. Mehmet Altan ê berî 12 rojan hat binçavkirin, hat girtin. Rojnamevan-nivîskar Ahmet Altan jî serbest hat berdan. -
Ahmet û Mehmet Altan piştî 11 rojan li edliyeyê ne
Rojnameger-Nivîskar Ahmet Altan li gel Prof. Dr. Mehmet Altan, piştî binçavkirina 11 rojan û şûn de sewqî Saraya Edliyeya Stenbol a Çaglayanê hatin kirin. -
Endamê MYK yê DBP’ê Halîl Aksoy hate girtin
Parlementerê berê yê HDP’ê û Endamê MYK yê DBP’ê Halîl Aksoy hate girtin. -
Ji bo îfadeyê bang li hevserok û wekîlên HDP’ê kirin
Dozgeriya Komarê ya Wanê bang li 8 wekîlên HDP’ê kir, ku îfadeyê bidin. -
Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan stand hate vekirin
Li paytext Stockholm a Swîsreyê komek Kurdistanî, bi daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Mynttorget a li nêzî avahiya parlementoyê stand vedan. -
Li Stenbol bi ser 21 navnîşanan de girtin: 15 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên li ser 10 navçeyên Stenbolê de herî kên 15 kes hatin binçavkirin. -
Darbeya AKP'ê dewam dike: Doz li Yuksekdag hat vekirin
Dadgeriya Tirk doz li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag vekir. -
Encamên civîna 9'an a Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş hatin eşkerekirin
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku wan civîna xwe ya 9'an li Brukselê pêk anîne û bi berfirehî rewşa li Bakurê Kurdistanê nîqaş kirin. -
HDP'ê ji bo akademîsyen û mamosteyan name ji saziyên navneteweyî re şand
HDP'ê ji bo akademîsyen û mamosteyên ji kar hatin derxistin, ji nûnerên saziyên navneteweyî re name şand. Di nameyê de banga piştgiriyê hat kirin.